02.12.2002
Yekemîn "Xelata Cegerxwîn a
afirandina helbestî" helbestvan Seydayê Keleş wergirt
Seydayê Keleş
|
QAMIŞLO (amude.com) -
Li Qamişloyê, komîteya "Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî"
helbestvanê kurd SEYDAYÊ KELEŞ helbijart bo wergertina
yekemîn xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî.
Li gor agahiyên
helbestvan Ibrahîm El-Yûsif, yek ji endamên komîteya "Xelata
Cegerxwîn", helbestvan Seydayê Keleş bo rola wî ya serketî
bo xizmeta çand, ziman û helbesta kurdî di rêya wî ya
afirandinanê de ya ku ji dehên salan ve didome, û bo berdewamiya xebata
wî di demên cuda de ji pêşxistina çanda kurdî re.
Komîteya xelatê ya ku ji çend
nivîskar û rewşenbîrên kurd ên li
Başûrê Rojavayî Kurdistanê pêk tê,
da xuyanî kirin ku eşkerekirina "Xelata Mewasim a afirandina helbestî"
bo helbestvanên ciwan ta 26salan ta roja Newroza sala 2003an (21.03.2002),
roja helbesta cîhanî, hate ecilandin.
Hêjayî gotinê ye ku helbestvan Seydayê Keleş
dê xelata xwe di ahangeka pîrozkirinê de werbigre
ya ku di demek nêzîk de li mala Seydayê Cegerxwîn li dar dikeve.
Li gor agahiyên komîteyê, divya bû ku ev aheng
di roja koçkirina Seydayê Cegerxwîn de li dar bikeve,
lê ji ber sedem in cuda pêk nehat.
Bo têkiliyan bi komîteya xelatê re:
Ibrahîm El-Yûsif: alyosef@amude.com
|
|