20.12.2002 - 01:23
"Mewceton min behrî ehzanî" û "Jan û jiyan" -
du behemên nû li Şamê çap bûne.

Diya Ciwan - "Mewceton min behrî ehzanî"

Rewan Bedirxan - "Jan û jiyan"
|
Rustem Hemze - Şam
rustem@amude.com
ŞAM (amude.com) -
Di dema dawî de, du dîwanên helbestan li Şamê çap bûne:
"Mewceton min behrî ehzanî" (Pêlelek ji deriya kovanên min) sernavê dîwana helbestvana
kurd Diya Ciwan e. Ev dîwan ji aliyê wegêrê kurd Şêx Tewfîqê Huseynî hatiye
wergerandin bo zimanê erebî, û li çapxaneya Yazecî li Şamê çap bûye. Dîwan ji 29 perçeyên
helbestî pêk tê.
Li ser berga dawî nivîskarê kurd ê mezin Felek El-Dîn Kakayî wiha nivîsîye:
"Helbestên Diya Ciwan tenik, û senahî ne! Lê wateyên wan kûr in, û hestên mirov dihejînin.
Ne her kes dikare bi şêweyeke wisa ji binivîsîne… ji ber ku ev senahiya han, bi suruştî
bi helbestvan re ji dayik dibe…"
Berhema duwyemîn, ew jî dîwaneke helbestan e, "Jan û jiyan". Ev dîwan yekemîn dîwana
helbestvanê kurd "Rewan Bedirxan" e. Di vê dîwanê de, 21 perçeyên helbestî cih girtine,
21 perçeyên kul û janên vê jiyana kulkûr.
Pêşgotina vê dîwanê ji çîroknivîsê kurd Reşad Şeref re ye. Di pêşgotinê
de, wiha hatiye nivîsandin: " Rewan Bedirxan wek ku ez wî dinasim, li herêma Botan ji
dayik bûye, kul û xewnên wî bi axa wêderê hatine stiran, ji lewre çendî ji deverê dûr bûye,
hezkirina wî li hembêzeke gerim digere ku êş û azarên xwe tê de binuxumîne.
Dawiya dawî ji bilî bejna helbestê ne dît ku lê biêwire."
|
|