 |
 |
04.11.2003 - 14:21
Günter Verheugen: "Guhertinên li Tirkiyeyê tenê
li ser qaxezê ne!"
 Günter Verheugen (dpa) |
S. H. Berko - BERLÎN (amude.com) - Komîsarê Ewropa yê Berfirehkirinê
Günter Verheugen di hevpeyvîneke de bi malpera elmanî 'Spiegel.de' re
careke din piştrast kir, ku ger Tirkiyeyê hemû daxwazên Yekîtiya
Ewropayê (YE) pêk neyne, ew dê ji derveyê YE bimîne.
Wî diyar kir, ku YE biryara hembêzkirina Tirkiyeyê wekî endam
ji sala 1999ê ve standiye, lê bi şertê ku
Tirkiyeyê lîsteya standartên ewropî pêk bîne.
Ger ew şertên Ewropayê di praktîkê de pêk neyne,
ew dê ji derveyî YE bimîne.
Günter Verheugen di bersivên xwe de diyar dike, ku piştî
11.09.2001ê argumentên ji bo endametiya Tirkiyeyê di YE de bi hêztir bûne.
Li ser vê yekê ew wiha dibêje: "Yek ji konflîktên mûmkin di sedsala 21ê de
dikare di navbera demoqratên rojava û cîhana islamî de
pêk were. Ger em Tirkiyeyê bi xwe ve girêbidin, derfet
pir zêde dibin, ku em nehêlin konfîkteke wiha pêk were
yan jî em wê bi şêweyeke aştyane çareser bikin."
Herweha ew eşkere dike, ku ji dehên salan ve,
interesa Ewropa di hebûna hevkarekî demoqrat ê xurt li aliyê
başûr de heye. Ew bi vê yekê dixwazin, ku ji cîhanê re
diyar bikin, ku welatek musilman dikare welatekî yasayî be, ku tê de
mafên mirovan û kêmayetî têne parastin.
Divê girtiyên nerînê serbest bêne berdan
Li ser siyaseta guhertinê ya Tirkiyeyê Verheugen dibêje, ku
Komîsyona Ewropayê ji guhertinên hikûmeta Tayyip Erdogan
yên di sala borî de razî ye. Lê tevlî vê yekê jî,
ew ne razî ye, ku ev guhertin di praktîkê de pêk nayên.
Ew piştrast dike, ku li Tirkiyeyê işkencekirin hîn jî
berdewam in. Herweha, wiha Verheugen, polîs û dadgehên tirk
hîn jî guhertinên li Tirkiyeyê li gorî kêfa xwe
bi cih tînin, bi taybetî di warê azadiya civîn û nerînê de.
"Ev demeke dirêj e, ku ji Tirkan re dibêjim: pêşî wan kesên ku
ji ber nerîna xwe ketine zindanan, derxînin. Welatekî ku
girtiyên wî yên nerînê hene, xwe dixe tenîtiyê de", wiha
Verheugen ser pirsa guhertinên li Tirkiyeyê.
Li ser pirsa reaksyona Erdogan ji vê nerîna wî,
Verheugen dibersivîne, ku Erdogan dibêje, ku wî her tişt ji
bo guhertinan amade kiriye û niha ji yasayê tê xwestin, ku
gotina xwe bibêje. Verheugen dibêje: "Mixabin pir eşkere ye,
ku hin beşên aparata hêzê daxwazên perleman
û siyasetê pêk naynin."
Günter Verheugen berdewam dike û dibêje, ku ji Tirkiyeyê
tê xwestin, ku di 8 ta 10 mehên ku tên de, isbatên rast ji
bo guhertinan pêşkêş ke. Ew piştrast dike,
ku isbatên rastî yên reforman pêwîst in, ne yên li
ser qaxezan. Ev isbat dê bibin bingeha rapora komîsyonê
di payîza 2004ê de, ya ku dê bibe bingeh ji bo
biryara welatên Ewropa ji bo destpêkirina danûstandinê
bi Tirkiyeyê re ji bo qebûlkirina wê weke endam di YE de.
Li ser pirsa kurdî Verheugen dibêje, ku hîn berî çar salan
jî peyva "kurdî" di danûstandinên bi Tirkan re
qedexe bû, hem di axaftinê de û hem jî di nivîsan
de. Lê niha, wiha Verheugen, rewş hatiye guhertin û Tirk bi xwe
jî vê peyvê bi kar tînin. Verheugen berdewam dike û
dibêje, ku divê Tirk fêrî çanda diyalogê ya ewropî
bibin. "Eger tirkekî xwe ji şêweyê diyaloga
me aciz bû, ez dê jê re bêjim, ku ew divê
xwe fêrî gelek tiştan bike. Pêwîst nake ku
em lêborînê ji bo guftûgoyên xwe bixwazin."
Hêza leşkeran xurt e û kontrola li ser tune ye
Li ser rola hêzên leşkerî li Tirkiyeyê
Verheugen dibêje, ku divê di vî warî de
gelek tişt ji perlemanê têne veşartin û kes
nizane kî kê kontrol dike. Di vî warî de, wiha
Verheugen, divê guhertin pêk werin. Bi giştî,
Verheugen doza guhertinên di warên siyasî,
dezgehan û aborî de dike.
Hêjayî gotinê ye, ku Komîsyona Ewropayê
dê di dawiya sala 2004ê de rapora xwe ya li ser Tirkiyeyê
pêşkêşî 15e welatên Ewropa bike. Ev welat
dê biryarê bistînin, ger guftûgoyên ji bo
qebûlkirina Tirkiyeyê weke endam di YE de dê dest
pê bikin an na. Ger biryara wan erênî be, dê di
sala 2005ê de dest bi van guftûgoyan bête kirin.
Ji bo birayar dawî jî gelek sal pêwîst in.
Ta wê demê jî dê hejmara endamên YE
bibe 28 û mesela endametiya Tirkiyeyê hîn dijwartir dibe.
>> Hevpeyvîna Günter Verheugen bi elmanî
|
 |
 |