30.01.2003 - 01:09
Careke din Mala Eliyê Ûnis konê şîniyê vedigirin
QAMIŞLO (amude.com) - Do, li bajarê Qamişloyê, taxa Muhendisîn, kalemêrê
kurd Umerê Mistefayê Eliyê Ûnis (Umer Xerzanî) çû ber dilovaniya Xwedê.
Di eynî rojê de, bi beşdarbûna cemawerkî mezin ew di goristana taxa Qidûrbeg
de hat veşartin.
Rehmetî di sala 1922an de li Çiyayê Sasûnê, gundê (Mala Seref), hatibû ser rûyê dinyayê, di serhildana Sasûnê de di gel jin, pîr û zarokên mala Eliyê Ûnis sirgunî Anadolê, bajarê Nîgde bibû.
Di sala 1936an de, piştî ku serhildana Sasûnê têk çû, ji neçarî di gel beşekî mezin ji neferên mala Eliyê Ûnis çûn Sûriyê û rehmetî jiyana xwe li Binxetê derbas kir û li gelek gund û bajaran geriya, wek:Girbawî, Maşoqê, Dêrikê û Reqa, ta vê paşiyê li bajarê Qamişloka Evînê akincî bû.
Hêjayî gotinê ye ku rehmetî di sala 1960î de di gel Dr. Nûreddîn Zaza û Osman Sebrî û gelek ji welatparêzên gelê kurd, dora sal û nîvekê di zindana Mezê de razaye, û vê paşirê ew sirgûnî bajarê Reqa kirin.
Rehmetî evîndarekî zimanê kurdî bû, bi vî zimanî dîwaneke helbestê bi navê (Rebatê Kurd: Barzanî) nivîsandiye. Ev çend malik ji wê dîwanê ne:
Rebatê Kurd ji bona serxwebûnê
Dike qebqeb bi alê sûnd diwûnî
Eger dinya seranser tev bibe yek
Ji Kurdistanê gavek na qetînî
Bike êrîş veger jêre tinîne
Heta alê li Barzanê hilînî
Ji bo pêwendiyan:
00963-93-513263 (dest)
00963-52-422255 (mal)
|
|