 |
 |
29.10.2003 - 20:52
Hejmara 'Tîroj' a 4an derket
STENBOL (amude.com) - Berî çend rojan, Li Stenbolê
hêjmara 4an a kovara dumehî ya çandî û hunerî 'Tîroj'
derket. Di vê hêjmara 'Tîroj'ê de, gelek nivîskarên kurd
bi nivîsên xwe yên li ser çand û hunera kurdî di nava rûpelên
kovarê de cihên xwe girtine. 'Tîroj' berhemên bi kurdî
û tirkî diweşîne.
Hin nivîskarên ku berhemên wan di vê hejmarê
de hatine weşandin, ev in: Hasan Kaya, Berken Bereh, Lokman Polat,
Cîhan Roj, Salihê Kevirbirî û Adar Jiyan.
|
 |
 |