 |
 |
06.07.2003 - 20:24
Yaqob Tilermenî "Bermeqlûb" derxist
DORTMUND (amude.com) - Ji nav weşanên "Elma"
li Stenbolê, pirtûka nivîskarê kurd
Yaqob Tilermenî "Bermeqlûb" derket. Piştî
"Êşbazî" ev pirtûka Tilermenî ya diduan e.
"Bermeqlûb" ji 10 çîrokan li ser
92 rûpelan pêk tê. Naveroka pirtûkê ev e:
Awêneyên Feridokî
Ji Evînê Têm
Dinyaya Berdî Berdan
Gora Şîrmêj
Çîroka meznûnê zimanê kevirî
Mukirhatin
Kalê Gopal
Bermeqlûb
Govenda Qewmê Sersipî
Keştiya Noah Nova Ya Herî Dawiyê
Hêjayê gotinê ye, ku "Gora Şîrmêj"
û "Çîroka meznûnê zimanê kevirî"
di kovara NIVÎS de hatibûn weşandin.
Yaqob Tilermenî Di sala 1972an de li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye.
Ew karê mamostetîtiyê dike.
E-mail: yaqobtilermeni@nefel.com
Ji erşîva malpera Amûdê:
-
Hevpeyvîn ligel Yaqob Tilermenî (ÊVAR BAŞ, 23.01.2003)
-
Gora Şîrmêj (NIVÎS, hejm. 12, 01/2002)
-
Çîroka meznûnê zimanê kevirî (NIVÎS, hejm. 16, 05/2002)
|
 |
 |