www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

13.12.2002 - 21:41

Helbestvan Tengezarê Marînî li Kurdistanê ye

Lawik - Duhok


wêne: S. H. Berko
DUHOK (amude.com) - Helbestvanê kurd Tengezarê Marînî, berpirsê "Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan - Rojava", ev çend roj ku seredana Kurdistana azad dike.

Li wêderê Marînî beşdarî çend çalakiyan bû.
Di roja 9ê vê mehê de, wî di çalakiyeke "Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan - Duhok" de komek ji helbestên xwe li gel helbestvan Mihsin Qocan xwendin. Herwiha do mêvanê bajarê Akrê bû û li wêderê li ser rewşa rewşenbîriya kurdî axift.

Sibe, roja 14.12an, dê li Zaxoyê semînareke rewşenbîrî pêk bîne.

Li gel endamên "Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan - Duhok" Tengezarê Marînî seredana gelek bingehên rewşenbîrî kir. Li Hewlêrê semînarek bo "Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan - Hewlêr" pêşkêş kir.

Hêjayî gotinê ye ku Tengezarê Marînî helbestvanek ji bajarê Tirbesipiyê ye li Kurdistana Sûriyê. Ta niha du dîwanên wî yên helbestan derketine. Berî çend salan ew koçberî Almaniya bû û li wêderê li bajarê hannoverê dijî.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]