 |
 |
20.08.2003 - 23:32
Celal Talebanî li Australya ye
Şahînê Soreklî - SYDNEY (amude.com) - Celal Talebanî,
sekretêrê YNK, îroj demjimêr 7.30 ji Tokyo gihîşt balefirgeha Navneyeweyî
ya Sydney. Dora 200 endamên civata kurdî li wir bi dilşadî pêşewazî
li wî û endamên şandeya bi wî re kirin.
Demjimêr 11.00 Talebanî di saloneke wezareta australî ya peywendiyên derve de beşadrî kombûnekê bû, ku tê de dora 60 endamên civata kurdî û çend berpirsiyarên rêxistinên iraqî li Sydney beşdar bûn.
Dezgeha SBS ne tê de, serilêdana Talebanî bo Australya bi şêweyeke rêk û pêk haydariya weşanên giştî nekişand ser xwe, ne jî çi berpirsiyarên şûnbilind di derbarê serilêdanê de çi ragihandin dan.
Di hevpeyvîneke bi Radyoya SBS re, Talebanî got ku amanca serilêdana ?wî baştirkirina peywendiyan li ser mewziyeta hizbî û siyasî bû. Serilêdana ji bo Japonê peywendî bi xizmetên ku nuha Japon pêşkêş dikêye, re hebû, bi hêviya ku ew xizmetan bihên zêde kirin. Amanca hatina Australya jî ew e ku spasiya Australya bike bo beşdarbûna di azadkirina Iraqê de û teşweqkirina bo beşdarbûna Australya di projeyên ekonomî û siyasî de.
Talebanî got: "Em li vir in bo pêşkêşkirina spasiya gelê iraqî, bi taybetî Kurdan, bo rola Australya."
Talebanî û şandeya bi wî re îroj ji Sydney çûn Canberra'ya paytext û dê ji wir biçin bajarên Adelaide û Perth. Çaverê dihêt kirin ku serilêdan 4 rojan biajo.
Di kombûna ku li Sydney cih girtî de, sekretêrê YNK got ku hêrîşbirina ser Iraqê bi gellek şêweyan sûd gîhand Kurdên Iraqê, wek dawîdana recîma Seddam Husên, pejirandina defaktoya li Kurdistana Iraqê, dawîdana Ensarul Îslam, ku dikaribû bibûya tehlûkeyeke mezin û zîzkirina fersenda ku Iraq bibe komareke demokrate, parlemaniye, federal. Herweha wî got, ku li gel ku her niştimanperwerê iraqî zûderketina hêzên biyanî hêvî dike jî derketineke zûkat ya hêzên emerikî dê bibe egera cîhgirtina şerekî navxoyî û rijandina xwîneke pirr.
Birêvebirê Beşê Kurdî, SBS RADIO, pirsî: "Eger hat û ew Îraqa demokrate, parlemaniye federal nehat holê, gelo YNK û PDK çi tevdêr û plan hebin, ka Kurd dê wê demê çi bikin?" Talebanî bersîva vê pirsê weha da: "Wextî hat, qisey lê deken."
Beşê Kurdî, SBS Radio, dê di bernameya şema dihêt de beşekî ji axiftina Mam Celal pêşkêş bike.
|
 |
 |