12.03.2003 - 11:35
Celal Telebanî: Ger Tirk bikevin Kurdistanê, em
şerê wan nakin!
DORTMUND (amude.com) - Di hevpeyvînekê de bi televizyona erebî
"El-Erebiya" re, serokê YNKê Celal Telebanî got ku
Kurd nakevin şer bi Tirkan re dema ew bikevin Kurdistanê. Telebanî
zêde kir û daxuyand ku eger leşkerên Tirk bikevin Kurdistanê,
ew dê ji sînorên hêzên hevbendiya cîhanî dernekevin
ji ber ku Emêrîkî vê yekê qebûl nakin
û nahêlin ku Tirk bi serê xwe têkevin Kurdistanê.
Celal Telebanî bibû mêvanê bernameya "Mêvan û Guftûgo"
ya ku di televizyona "El-Erebiya" de, ku weşana xwe ji Dubai li Îmaratan
de dikin, tê weşandin. Li wêderê wî behsa guftûgoyên xwe
bi Tirkan re kir û got ku Tirk naxwazin xwe têxin nav îşê Kurdan
û herêmê, û ew ne armanca wan e ku çekên Kurdan ji wan
bistînin. Telebanî berdewam kir û got ku bi axaftinên bi
Tirkan re, van eşkere kirin ku ewê tenê bikevin Kurdistanê
da ku alîkariya penaberan di hundirê Kurdistanê de
bikin û nehêlin ku derbasî Tirkiyê bibin.
|
|