www.amude.com - navenda çanda kurdî


05.11.2003 - 19:32

Zarokên kurd û holendî dê çîçekan deynin ser "Gora Zarokên Amûdê"


Pûtê sînema Amûdê

Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda

Komeleya Ahmedê Xanî
HOLENDA/DELFT (amude.com) - Bi helkefta 43-saliya şewata sînemya Amûdê, Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda û Komeleya Ahemdê Xanî dê roja 9ê vê mehê çalakiyeke taybetî ya bibîranînê amade dikin. Piştî vê çalakiyê, zarokên kurd û holendî dê çîçekan deynin ser "Gora Zarokên Amûdê" di goristana malbata şah a holendî de.

Di vê çalakiyê de, dê bi zimanên kurdî û holendî li ser tracîdeya şewata sînemeyê, ya ku di 13.11.1960î de li bajarê Amûdê pêk hatû dora 280ê zarokên kurd şewitandin, bête axaftin.

Hêjayî gotinê ye, ku bi inîsyatîva Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda, di goristana malbata şah a holendî de goreke simbolîk ji bo zarokên Amûdê bi navê "Gora Zarokên Amûdê" hatiye amade kirin. Li wê derê, dê wêneyên zarokên sînemeyê bêne daliqandin û dê bibe cihê bibîranîna sînemya Amûdê ya şewitî û zarokên ku tê de hatin şewitandin.

Dem: 09.11.2003
Demjimêr: 15:00 , 16.30 danîna çîçekan ser "Gora Zarokên Amûdê"
Cih: Koornmarkt 48, DELFT, Holenda



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]