25.11.2002
Li Şamê
şevbuhêrkên çanda kurdî geş dibin…
Rustem Hemze - Şam
rustem@amude.com
ŞAM (amude.com) -
Li bajarê Şamê, paytexta komara Sûriyê, gelek şevbuhêrkên çanda kurdî têne
lidarxistin.
Roja îna 22ê vê mehê, helbestvanê kurd Rewan Bedirxan bi helkefina weşandina
dîwana wî ya nû, komeke ji helbestên xwe yên dîwanî di şevbuhêrkekê de xwendin. Piştre sohbetek li ser rewşa helbesta kurdî li Sûriyê di navbera beşdaran de geriya.
Tiştê balkêş di qunaxa dawî de geşbûna tevgera çanda kurdî li Şamê ye, û bi taybetî piştî vejandina sedsaliya rojnamegeriya kurdî di sala 1998an de. Ji wê sale ve, her sal rewşenbîr, siyasetmeder û keç û xortên zanîngeha Şamê vê rojê vedijînin bi serdana gora mîrê zindî Celadet Alî Bedirxan li goristana Şêx Xalidê Neqişbendî li Taxa Kurdan.
Herwiha her sal di meha nîsanê "Hefteya Çanda Kurdî" tête li darxistin.
Û niha, her meh şevbuhêrkek ji "Şevbuhêrkên çanda kurdî" pêk tên.
Ev şevbuhêrkane ji meha tîrmeha sala 2002an bi helbestvanê kurd re "Can Bapîr" dest pêkir, û wiha berdewam kir:
- Meha tebaxê bi helbestvana kurd "Diya Ciwan" re ya ku komek ji helbestên xwe xwendin.
- Meha êlûnê bi nivîskar û rojnamevanê kurd" Hoşeng Osê" re bû yê ku simînarek li ser wergerandin di tevgera çandî de pêşkêşkir.
- Meha çiriya pêşî bi Rustem Hemze re bû yê ku semînarek li ser zimanê kurdî li dar xist.
- Meha çiriya paşî bi helbestvanê kurd "Rewan Bedirxan" re bû ( wek ko me li jor diyarkir).
|
|