07.03.2003 - 00:19
Mihemed Şêxo tê bibîranîn
ESSEN (amude.com) - Komela Nûbihar bo çand û folklora kurdî
li bajarê Essen li Elmaniyayê roja şemiya 15ê vê mehê,
demjimêr 14.00, bîranînekê bo bilbilê Kurdistanê
"Bavê Felek" Mihemd Şêxo amade dike.
Di vê bîranînê de, nivîskar Qado Şêrîn
dê bi berfirehî li ser jiyana hunermendê nemir Bavê Felek
biaxife. Hunermendê kurd
Fehed Elî û Bengîn dê bi mûzîka xwe vê
bîranînê
bikin şahiyek bo kesên beşdar. Herweha
"Şîşa Tenûrê" (Mehmûd Bûbê)
dê mêvanan bi sketşên xwe
piçekî bibe cîhana şanoya kurdî.
CIH: Essen-West, Oberdorfer Str. 55
DEM: 15.03.2003, 14.00
TÊKILÎ: adilali67@hotmail.com
|
|