27.01.2003 - 17:31
"Dêrendêz"a helbestvana kurd Şêrîn Gêlo derket
Hisên Ehmed - Amûdê
AMÛDÊ (amude.com) - Li Qamişloyê pirtûka helbestan
a helbestvana kurd Şêrîn Gêlo bi navê "Dêrendêz"
derket. "Dêrendêz" berhema Şêrîn Gêlo ya yekem e.
Di "Dêrendêz"ê de, helbestên helbestvan Gêlo yên bi
zimanê kurdî hatine weşandin. Ev pirtûk hewldana
Şêrîn a pêşî ye û bi pêşgotinên
nivîskar Ebdilkerîm El-Kermî û helbestvan û rojnamevan
Ibnrahîm El-Yûsif dest pê dike.
"Dêrendêz" ji 47 rûpelan pêk tê û
bi tabloyek nîgarkêş Ferzend Derwîş berga xwe dixemilîne.
|
|