www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

25.12.2002 - 20:27

Şemsedînê Mistefa, pêşmergeyê dawî ji şervanên mala Eliyê Ûnis, koça dawîn kir


QAMIŞLO (amude.com) - Do, roja 24-12-2002an, demjimêr 11ê êvarî, li bajarê Qamişloyê Şemsedînê Mistefayê Eliyê Ûnis çû ber dilovaniya Xwedê. Îro bi beşdarbûna cemawerekî mezin ew di goristana "Qidûrbeg" de hat veşartin.

Şemsedînê Mistefayê Eliyê Ûnis di sala 1912an de li gundê Mala Şeref li çiyayê Sasûnê di nav şerê Tirkan de ji dayik bibû.
Ji sala 1926an ta sala 1928an jiyana xwe di siguniyê de li bajarê Nîgde derbas kir. Piştî herifandina "Şoreşa Sasûnê" di sala 1936an de, li gel mirovên xwe koçberî Sûriyê bû û li wêderê jiyana xwe berdewam kir.

Hêjayî gotinê ye ku rehtemtiyê Mistefa bavê siyasetmedarê kurd parêzger Mihemed Nezîr Mistefa ye, sekertêrê "Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê" (Partî).

Konê serdana berxweşkirina ber dilê malbata rehtemî li taxa xerbî ye li bajarê Qamişlo.

Bo têkiliyan:
Nezîr Mistef: 00963-93-513263 (dest), 00963-52-425828 û 422812 (mal)
e-mail: mnm39@scs-net.org
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]