www.amude.com - navenda çanda kurdî


14.10.2003 - 19:16

Prof. Dr. Şakroyê Xido: "Bingeha dewleta kurdî hatiye çê kirin, lê dehfandina dîrokê xerabkirin e!"


Prof. Dr. Şakroyê Xido
S.H.Berko - BOTTROP (amude.com) - Şemiya borî, serokê Navneda Lêkolînên Kurdî li Moskoyê Prof. Dr. Şakroyê Xido semînarek li ser dîroka kurdî ji destpêka sedsaliya borî ta roja îro pêk anî. Xido bi şêweyeke balkêş behsa derfetên ji bo çareserkirina pirsa kurdî di sedsala borî de kir û çawa ji ber gelek sedeman ev yek pêk ne hat.

Xido di destpêka semînara xwe de diyar kir, ku dîrok dersdareke mezin e û divê em Kurd ji dîroka xwe û şaşitiyên ku me kirine, baş fêr bibin, ger em bixwazin pirsa xwe çareser bikin. Wî berdewam kir û got, ku "pirsa kurdî ji pirsên miletên din ên bindest zehmettir e", çimkî Kurdistan hatiye perçe kirin û Kurdan jî di nav civakên dagirkeran de cih girtine. Herweha bandoreke mezin a islamê li ser Kurdan heye, çimkî islamê, wiha Xido, hiştiye ku Kurd di nav dagîrkeran de bêne integrasyon kirin. Xido eşkere kir, ku tevlî ew mirovekî êzîdî ye, lê ew ne li dij ola islamî ye, dema dibêje, ku 'birayetiya' misilmanan mala Kurdan xera kiriye, çimkî van 'braderan' ti car piştgiriya Kurdan ne kirine û hiştine ku bêne bindest kirin û çewisandin. "Ger em Kurd file (krîstiyan) bûna û me li dij misilmanan şer kiriba, dê karê me hesanîtir bûya", wiha Xido li ser bandora islamê li ser rewşa me Kurdan. Wî diyar kir, ku her kes dikare ji xwe re wê olê helbijêre ya ku ew ji xwe re baş dibîne, lê divê neteweya kurdî tim li ser baweriya olî be. Wî got: "Divê em ji bîr nekin, ku em milet in. Em Kurd in!".

Li gorî nerîna Prof. Xido, sedemeke din ku hiştiye Kurd ta roja îro bindest û bê welatekî serbixwe bin, çepîtiya Kurdan e. "Çîpitiya me Kurdan mala me xerab kiriye", wiha Xido li ser vê yekê. Wî eşkere kir, ku malxerabkirina Kurdan ji ber rawestandina wan li dij imperyalîzm û imperyalîzistan hatiye. Ji ber vê helwesta xwe, Kurdan hêz da dagîrkerên xwe yên ereb, faris û kemalîst.

Di axaftina xwe de, Prof. Şakiroyê Xido herweha li ser rewşa Kurdan ji sala 1991ê ve rawestiya. Wî piştrsat kir, ku "bingeha dewleta kurdî hatiye çê kirin, lê dehfandina dîrokê û ecelekirina wê xerabkirin e!" Wî berdewam kir û got, ku pirsa me prosesekê dirêj derbas dike û bêhneke dirêj ji bo vê yekê gerek e, çimkî lezkirina dîrokî dê ji bo bercewendiyên me roleke neyênî (nêgatîv) bilîze. Ji ber vê yekê, ew li dij projeya referendomê ye, ya ku ev demek li ser tê guftûgo kirin. Wî diyar kir, ku divê Kurd xwe bêtir fêrî çanda kompromîs û danûstandinê bikin. Herweha ji Kurdan tê xwestin, ku bêtir xwe hînî kultura siyaseta dîplomasî bikin.

Xido piştrsat kir, ku tevaya miletê kurd beşdarî di serkeftina Kurdan li Başûrê Kurdistanê de kiriye û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê xwestin, ku li tevaya Kurdistanê û çand, dîrok û zimanê kurdî xwedî derkeve. Wî berdewam kir û got: "Ew dikarin bêjin ku ew beşek ji Iraqê ne, lê berpirsiyariya wan ji bo tevaya Kurdistanê heye!"

Prof. Dr. Şakroyê Xido siyaseta Kurdan li Başûrê Kurdistanê baş dibîne. Lê wî got, ku divê hayê siyasetvanên kurd ji wan hebe û plus û mînosên xwe tevlihev ne kin. Wî diyar kir, ku ji bo Kurdan dê ne baş be, ger ew hebûna petrol û ava xwe, ya ku îro ji petrolê jî giringtir bûye, bixin nav argûmentên xwe di guftûgoyan de. Li ser vê yekê Xido got: "Dostên me ditirsin, ku em bi petrol û ava xwe bibin xwedî hêzeke mezin, ku ji wan re bibe cihê qeleqê."
Herweha Prof. Xido eşkere kir, ku hin kes eşkere li dij serkeftina Kurdistanê kar dikin. Wî ne xwest bêje ev kes kî ne, lê wî ji guhdaran re hişt ku bi xwe vê yekê bizanibin.

Li dawiyê, Xido got, ku divê Kurd bêtir dostan ji xwe re çê kin û ne dijminan. Lê ji bo ku ev dost piştgiriya Kurdan bikin, pêwîst e ku Kurd xurt û yek bin. Herweha wî bangî Kurdan kir, ku xwe ji nexweşiya xwe ya 'ez-ezî' rizgar bikin û ew kesên nîv-zane, yên ku di nav Kurdan de pir in û sedemên gelek xerabiyan in, xwe ji zaneyan zanetir ne bînin.

Hêjayî gotinê ye, ku KOMKAR Prof. Dr. Şakroyê Xido dawetî Elmanyayê kiribû û li gel wî 3 semînar li bajarên Hamburg, Berlîn û Bottrop li dar xistin. PYDKS (Yekîtî) jî amadekariya semînara Bottropê kiribû.




  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]