www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

13.01.2003 - 22:35

Daxuyaniya Platforma Kurdên Ewropayê ya serxweşiyê

STOCKHOLM (amude.com) — Platforma Kurdên Ewropayê ji ber qezaya balafirê ya li Amedê daxuyaniyeke sersaxiyê da. Ev jî teksta daxuyaniya wan e.

10-01-2003

Ji bo raya giştî,

8'ê Çileya Paşîn, li Diyarbekirê qezayeke balafirê pêk hat. Di qezayê de 75 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Platforma Kurdên Ewrûpayê serwxeşiyê xwe yên xemgîn pêşkeşî malbata kesên ku di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dane, dikin û şîfa ji bo birîndaran dixwazin.

Li seranserê Tirkiyeyê û Kurdistana Tirkiyê rêwîtiya bi balafir perçeyek ji jiyana xelqê bûye. Her roj bi hezaran mirov rêya balafirê bi kar tînin. Lê mixabin, rastiya Tirkiyeyê, piştî qezaya li Diyarbekirê bi awayeke vekirî careke din derket holê. Balafirgeha Diyarbekirê tevî 16 balafirgehên din ên ku li bajarên Kurdistanê hene, ji aletên pêwîst ên modern ku di rewşa hewayên xirab de alîkariya pîlotan dikin, mahrûm in. Sebebê esasî yê qezaya dawî jî ew bûye. Piştî lêkolînan hate holê ku aletên wisa di piraniya balafirgehên bajarên rojavayê Tirkiyeyê de hene lê li bajarên Kurdan tune ne. Ev rastiya rûyê dewleta Tirkiyeyê û nêrîna wan a derheq heremên Kurdistanê radixîne ber çavan.

Em hêvî dikin ku qezayên wiha careke din neyen bi serê mirovên me. Hêvîdar in malbat û dostênên mayî bi sebir vê êşa xwe ya giran derbas bikin.

PLATFORM - Platforma Kurdên Ewropayê
(DEM-KURD, PNK-Bakur, Insiyatîf)
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]