www.amude.com - navenda çanda kurdî


28.11.2003 - 14:52

Nivîskarê çîk Jiri Grusa bû serokê PENê


Jiri Grusa (dpa)
>> Li Meksīko kongreya PENź bi besdarbūna kurdan dest pź kir
>> PENa Navnetewī
>> PENa Kurd
MEKSÎKO (dpa/amude.com) - Nivîskarê çîk Jiri Grusa (65) serokê PENa navnetewî yê nû ye. Ew dikeve şûna serokê berê yê meksîkî Homero Aridjis, ê ku 6 salan serokatî PENê bû. Kongreya PENê li Meksîk îro bi dawî tê.

Jiri Grusa di 10.11.1938ê de li bajarê çîkî Parduci ji dayik bû. Di sala 1981ê de, rêjîma çîkî ya komunîst nasnameya çîkî jê stand. Ev bû sedema ku Grusa çû Elmanyayê û li wê derê jiyana xwe berdewam kir. Piştî guhertina siyasî li Çîkoslovakiya, ew bû sefîrê welatê xwe li Elmanyayê. Niha ew hîn sefîrê welatê xwe li Nemsa ye. Lê piştî hilbijartina wî wekî serokê PENê, Grusa eşkere kir, ku ew dê dev ji vê yekê berde û tenê ji bo PENê bixebite.

Jiri Grusa ragihand, ku yek ji giringtirîn armancên wî dê reformkirina struktura PENê be. Herweha ew dixwaze hevkariya li gel navendên wêjeyî û dezgehên nivîskaran xurtir bike û di rêya internêtê re komunikasyona di navbera navendên PENê bi pêş xîne.

rêxistina PENê, ku navê wê ji tîpên destpêkê yên 'Poets, Essayists, Novelists' pêk tê, di sala 1921ê de li Ingiltirayê hatiye damezirandin. Li seranserî cîhanê 134 navendên PENê hene û di nav wan de jî PENa Kurd.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]