www.amude.com - navenda çanda kurdî


27.09.2003 - 13:48

Kujerên Kurdan dê bibin berdêlî di bazarvaniya di navbera Israîl û Hîzbullah de??


Dr. Sadîq Şerefkendî
(PDKÎ)
DORTMUND (amude.com) - Kujerên siyasetvanê kurd Dr. Sadîq Şerefkendî û hevalên wî Fetah Ebdulî, Homayun Erdelan û Nurî Dêhkurdî, yên ku di 17.09.1992ê de, di xwaringeha bi navê Mykonos de li bajarê Berlînê hatin kuştin, dê serbest bêne berdan, wiha rojnameya israîlî Haaretz ragihand. Kujerên îranî û libnanî dê bibin berdêlî di bazarvaniya guhertina girtiyan di navbera Israîl û Hîzbullah (Partiya Xwedê) de.

Li gorî agahiyên Haaretz, dê girtiyekî îranî û duduyên libnanî, yên ku di girtîgehên Elmanyayê de ne, serbest bêne berdan. Bi vê yekê, Israîl hêvî dike ku agahiyan li ser balafirvanê xwe Ron Arad werbigre. Rojnameyê ragihand, ku Serokwezîrê Israîl Ariel Şaron di hevpeyvîneke bi tevelizyonên israîlî re gotiye, ku interesa Hîzbullah pir ji girtiyên li Ewropayê re heye, bêyî ku wan bi nav bike.

Hêjayî gotinê ye, ku ji çend salan ve Elmanya di navbera Israîl û Hîzbullah re diçe û tê ji bo mesela girtiyên wan çareser bike. Roleke wê ya mezin di vê bazarganiyê de heye. Ne dûr e, ku Elmanya kujerê Kurdan serbst berde û wan bighîne Hîzbullah.


Xwaringeha Mykonos li Berlînê - 17.09.1992 (alefbe.com)


Di 17.09.1992ê de, du terorîstên îranî û duduyên libnanî Sekretêrê Giştî yê Partiya Demoqrata Kurdistan - Îran (PDKÎ) Dr. Sadîq Şerefkendî û hevalên wî Fetah Ebdulî (endamê Komîteya Navnedî ya PDKÎ û nûnerê rêxistina partiyê ya Ewropa), Homayun Erdelan (Berpirsê PDKÎ li Elmanya) û Nurî Dêhkurdî di xwaringeha bi navê Mykonos li bajarê Berlînê de kuştin. Yek ji kujerên îranî karîbû bireve Îranê û nehate girtin. Yê din (Kazem Darabî) û herduyên libnanî Mihemed Etrîs û Ebbas Rhayel, ku bi xwe endamên Hîzbullah in, ji aliyê polîsên elman ve hatin girtin. Di 10ê Nîsana 1997ê de, Dadgeha Berlînê diyar kir ku rêjîma Îranê biryara kuştina siyasetvanên kurd standibû û destûra vê yekê dabû. Dadgehê biryar stand, ku kujerê îranî Darabî û yê libnanî Rhayel ta ku sax bin di zindanê de bimînin. Kujerê libnanî yê din 5 sal zindan stand. Ew niha serbets e.

Ev demek dirêj e, ku Isarîl hewl dide ku kujerên Kurdan serbest bêne berdan. Xema wê tenê ew e, ku bi vê yekê agahiyan li ser balafirvanê xwe Ron Arad werbigre. Li ser vê yekê, Hans-Joachim Ehrig, parêzerê jinên kuştiyên kurd, ragihand rojnameya elmanî 'Berliner Zeitung', ku ger bi rastî ew kujer serbest bêne berdan, ev dê bibe şiqamek di rûyê jinebî û sêwiyan de.


>> Germany ready to swap Iranian for info on Ron Arad (Haaretz)


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]