 |
 |
27.10.2003 - 22:51
Texteke bibîranînê ji bo goriyên 'Mykonos' ên kurd

Dr. Sadîq Şerefkendî (PDKÎ) |
BERLÎN (amude.com) - Endamên Partiya Kesk a Elmanî
di perlemana taxa Wîlmersdorf de li Berlînê dixwazin
ji bo siyasetvanên kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê,
yên ku di 17.09.1992ê de di xwaringeha bi navê Mykonos de
li bajarê Berlînê ji aliyê hin terorîstên
îranî û libnanî hatin kuştin, texteke bibîranînê
di xaniyê 'Haus Prager Straße 2 a' de daleqînin, wiha rojnameya
elmanî 'Berlîner Zeitung' di hejmara xwe ya îro de ragihand.
Grûpa kulturê ya perleman dê li ser vê daxwazê
guftûgo bike.
Di 17.09.1992ê de, du terorîstên îranî
û duduyên libnanî Sekretêrê
Giştî yê Partiya Demoqrata Kurdistan - Îran (PDKÎ)
Dr. Sadîq Şerefkendî û hevalên wî Fetah Ebdulî (endamê Komîteya
Navnedî ya PDKÎ û nûnerê rêxistina partiyê ya Ewropa),
Homayun Erdelan (Berpirsê PDKÎ li Elmanya) û
Nurî Dêhkurdî di xwaringeha bi navê Mykonos li bajarê Berlînê de kuştin.
Partiya Kesk bi inîsyatîva daliqandina textekî bibîranînê
dixwaze, ku ev cerîme neyê ji bîr kirin. Ew dixwazin ku bi alîkariya
xêrxwazan ev text bê fînanse kirin.

Xwaringeha Mykonos li Berlînê - 17.09.1992 (alefbe.com) |
|
 |
 |