 |
 |
27.09.2003 - 01:08
'Zevî' semînarek pêk anî
DIRBÊSIYÊ (amude.com) - Derbarî çalakiyên
ji bo sedsaliya Cegerxwîn, govara Zevî bi amadekirina rewşenbîrên kurd
li bajarê Dirbêsiyê semînarek ramyarî li dar xist.
Nivîskar 'Loloxan' li ser "Sewdanên ramyarî yên kurdî di karanîna
tektîk û istratîciyetê de' axift.
Hêjayî gotinê ye, ku govara Zevî ya
serbixwe û rewşenbîrî biryar daye, ku di hundirê vê salê
de hemû çalakiyên xwe di bin siya sedsaliya Cegerxwîn de bi nav bike.
Zevî di hejmara xwe ya dawî (9) de li ser Cegerxwîn baş rawestiya bû.
Govara Zevî, ya ku sernivîserê wê helbestvan Arşevê Oskan e, li Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê tê belav kirin.
Govara Zevî li ser internêtê:
www.efrin.net/zevi
|
 |
 |