www.amude.com - navenda çanda kurdî


19.11.2003 - 13:28

Helbestvan Selwa Gulî dê li Hannoverê helbestên xwe bixwîne


Selwa Gulî
HANNOVER (amude.com) - Li jêr duruşma "Jin û Penaberî", helbestvana kurd Selwa Gulî dê roja 25ê vê mehê li bajarê elmanî Hannover şeveke helbestxwendinê pêk bîne. Gulî ji Dihokê ye û li bajarê Götteborg li Swêdê dijî.

Di vê şevê de, Selwa Gulî dê helbestên xwe yźn nū ū ji pirtūka xwe ya bi navź "Sefera Xewnźn Xema min" bixwîne. Ev pirtûk îsal li Swêdê hate çap kirin.

Ev çalakî li ser daxwaza Radio Flora (Hannover), Navenda insiyatīv ya çanda navnetewī IKK e.V, Navend kulturī ū ragehandina kurdī li Hannover KIZ e.V, Navenda ēandź FAUST e.V. li Linden-Hannover û bi alīkariya Nivīsgeha Kulturī ya Iyaleta Neadersachsen Kulturamt Nds tê amade kirin.

Cih: Zur Bettfedernfabrīk 3, FAUST-Gelände, Café Siesta, 30451 Hannover
Dem: 25.11.2003, demjimêr: 20.00
Rê: Sb. 10 ji Hauptbahnhof >> Ahlem, daketin li Leinaustr.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]