 |
 |
16.06.2003 - 00:12
Romana Selîm Berekat "Perîk" bi swêdî derket

Selîm Berekat (kikah)
|
STOCKHOLM (amude.com) - Ji weşanxaneya Tranan li Swêdê, romana
nivîskarê kurd Selîm Berekat "Perîk" bi zimanê swêdî derket.
Navê romanê bi swêdî "Fjädrarna" ye û ji aliyê
Tetz Rooke hatiye wergerandin.
Di "Perîk" de, Selîm Berekat bi alîkariya herdu qehremanên xwe
Mem û Dîno derbasî trajîdiya gelê kurd
û dîroka wî ya nêzîk û dûr
dibe.
"Perîk" sala 1990î bi zimanê erebî hatiye weşandin û ta niha
ji bilî bi swêdî, bi ispanî, firensî û yûnanî
hatiye wergerandin.
Di sala 2000ê de, romana Selîm Berekat "Sêsirkê Hesinî"
bi zimanê swêdî ji aliyê heman wergêr û
weşanxaneyê derketibû.
Bo agahdariyên berfirehtir (bi swêdî) û xwestina
pirtûkê ji weşanxaneyê:
www.tranan.nu/atp/frameset_t_fjadrarna.html
|
 |
 |