24.12.2002 - 03:32
Sala 2003an - sala Seydayê Cegerxwîn
QAMIŞLO (amude.com) - "Hevdîtina Çandeyî" li
parêzgeha Cezîrê li Başûrê Rojavayî
Kurdistanê biryar stend ku sala 2003an bibe sala Seydayê
Cegerxwîn. Di sala 2003an de sed
sal li ser jidayikbûna Seydayê Cegerxwîn re derbas dibe.
"Hevdîtina Çandeyî" dê di vê salê de
gelek çalakiyên çandeyî li dar xîne:
Lêkolîn, semînar, mehrecanên helbestê, ...
Bi vê biryara xwe "Hevdîtina Çandeyî" hêvî dike
ku hemû sazî, çalakî û rêxistinên
Kurdistanê sala 2003an bikin sala Seydayê Cegerxwîn.
Hêjayî gotinê ye ku berî demekê malpereke taybetî
bo Seydayê Cegerxwîn di internêtê de vebû. Armanca vê
malperê ew e ku bikaribe derbarî sedsaliya jidayikbûna Seydayê Cegerxwîn
bibe erşîveke internêtî bo Cegerxwîn, berhemên wî
û ewên ku li ser wî hatine nivîsandin. Malpera Cegerxwîn jî
dest bi xebata xwe kir bi hêviya ku sala 2003an bibe sala Seydayê Cegerxwîn
ku hemû çalakiyên Kurdan li seranserî cîhanê
wek çalakiyên sedsaliya Cegerxwîn pêk bên.
Malpera Cegerxwîn:
www.cegerxwin.com
|
|