14.05.2003 - 15:40
Romana Dewrêşê Evdî çap bû
AMED (amude.com) – Li Bakurê Kurdistanê, romana Dewrêşê Evdî
ya nivîskar Eyup Kiran çap bû û gihîşt ber destê xwendevanan.
Helbestvanê kurd Receb Dildar wiha li ser vê romanê nivîsandiye:
"Romana Dewrêşê Evdî wê we bibe du sed sal berê, hûn ê carina di hênikayiya Qerecdaxê de bibin hevalê şivanekî bi kulaf, çavên we yê li benda bêrîvanan be. Carina hûnê di dîwana Zor Temir Paşa de li kêleka kalekî rîspî rûnin û têkevin nav şêwr û mişaran. Carina hûn ê bi nêçîrvanan re xwe bera beriyê nava erdê bêpîvan bidin û bi dû xezalan kevin. Carina hûn ê bi Edûla gulîmor re têkevin nava evînê û hêsrên çavan paqişkin. Carina hûn ê bi xortên ciwan re bi dû talankeran bikevin talanan vegerînin. Carina jî hûn ê li kêleka Dewrêşê Evdî bibin mêrxasekî canfeda welatê xwe biparêzin."
Bo têkiliya bi Eyup Kiran re: eyupkiran@hotmail.com
|
|