www.amude.com - navenda çanda kurdî


06.11.2003 - 16:09

Dilê wêjeya kurdî li Amedê lê dide


Beşdarên Konferansa Wêjeya Rojhilata Navîn û Pirçandiyê (DÎHA)

Deham Ebdilfetah ji Amûdê beşdarî 'Rojên Wêjeyê' dibe (DÎHA)

Pîr Rustem ji Efrînê çûye Amedê (DÎHA)
Mizgîn Delal - AMED (amude.com) - "Konferansa Wêjeya Rojhilata Navîn û Pirçandiyê" di 4ê sermawêzê de bi resepsiyoneke ku li Demîr Otelê hate dayîn, dest pê kir. Resepsiyon ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo destpêka "Rojên Wêjeyê" û hevdîtin û hevnasîna mêvanên bernameyê hatibû li dar xistin. Mêvanên ku ji Îran, Iraq, Sûriyê û Swêdê hatibûn, bi Amediyan re li ser zimanê kurdî, wêje û nivîsê sohbet kirin. Nêzikî 150 siyasetvan, wêjenas, nivîskar, helbestvan û zimanzanên kurd beşdarî resepsiyonê bûn.

Konferansa ku li Amedê didome, ji hêla nivîskarên kurd ve wekî konferanseke dîrokî tê hesibandin. Sedemê wê yekê jî ew e, ku di dîroka Kurdistanê de cara yekem ji çar parçeyên Kurdistanê rewşenbîrên kurd li Amedê li hev civiyane û bi zimanê xwe wêje û çanda xwe dinirxînin. Gelek nivîskarên kurd vê yekê wekî xewnekê dinirxînin û dibêjin, ku xewna kurdan ya hezar salan pêk hat. Piştî qedexe, zilm û zordariya bi salan, rewşenbîrên kurd li Amedê, li dilê Kurdistanê, bûne mêvan û bi nasnameya xwe pirs û pirsgirêkên xwe guftûgo dikin. Di nava wan mêvanan de, ji BaŞûrê Kurdistanê Serokê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê Hesen Silêvanî, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Hewlêrê û Cîgirê Waliyê Hewlêrê Mehdî Xoşnav, Dr. Kurdîstan Mukriyanî, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Îzzeddîn Mustafa Resul, ji Rojhilatê Kurdistanê Serokê Enstîtuya Kurd a Tahranê Behram Weledbegî, Serok û Nivîskarê Kovara Sirwê Ehmed Qazî, ji Swedê Mehmet Uzun, Firat Cewherî û ji Başûrê-Rojavayê Kurdistanê çîroknivîs Pîr Rustem, helbestvan Fethûlah Huseynî û Salih Bozan û herweha lêkolîner û zimanzan Deham Ebdilfetah û mûzisyenên Amûdê û gelek kesên navdar li Amedê ne.

Li gel nivîskarên kurd nivîskarên tirk ên demokrat jî di konferansê de cihê xwe girtin. Nivîskar Vedat Turkalî bû yek ji wan bû. Turkalî di axaftina xwe ya di destpêka konferansê de, ji ber zilm û zordariya bi salan li ser navê gelê tirk lêborîna xwe ji gelê kurd xwest. Li gel nivîskar û rewşenbîran siyasetmedarên kurd jî di konferansê de amade bûn. Serokê Rêxistina DEHAP a bajêr ya Amedê Firat Anlî û gelek rêveber û endamên DEHAPê, karsazên Amedê, endamên sendîkayên Amedê, rêveberên Partiya Civaka Azad, endam û rêveberên EMEPê, Şaredarê Amedê Ferîdûn Çelîk, Şaredarê Sûrê Cezayîr Serîn, Şaredarê Bajaroka Kayapýnarê M.Can Tekîn jî mêvan bi tenê ne hiştin bi hemû derfetên xwe xizmeteke hêja didin ji bo konferansê.

Di axaftina xwe ya destpêka resepsiyonê de, Şaredarê Amedê Ferîdûn Çelîk diyar kir, ku beriya niha bi 10 salan ne pêkan bû, ku li Amedê bernameyek bi vî rerngî bê li dar xistin, û got: "Çand û wêjeya kurd heya niha her daîm wekî "cudaxwaz" hate nîşandayîn. Lê bi vê konferansê, em hêvî dikin ku ev pêşderazî dê bişkê." Çelîk destnîşan kir, ku dê wêje û çanda kurd, aştî, birayetî û wekheviyê bîne herêmê.

Piştî Çelîk, nivîskarê tirk Vedat Turkalî axaftinek kir û got: "Di rojekî bi vî rengî de, pir mirov bextewar dike, ku mirov li Amedê be. Berê, me konferans li derve çê dikir, wekî ku tiştên veşartî (îlegal) bin. Ez kesekî tirk im, lê dema ku li kêleka min êşa mirovekî kurd hebe, ez jî wê êşê hest dikim. Kurd gelên vê Erdnîgariyê ne. Çandeke wan î bi bingeh heye."

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Îzedîn Mistefa Resûl jî, ragihand ku di cîhanekî ku bahsa globalbûyînê tê kirin de, armanca wan ne ev e ku ew wekî neteweperestan bi tena serê xwe bin. Resûl wiha axifî: "Daxwaza her kesî ji bo hevdîtineke bi vî rengî hebû. Em ji bo ku bahsa ahenga zimanê xwe bikin, hatin vê derê. Zaravayên zimanê me hene. Divê zimanên me nêzî hev bin."

Nivîskar Mehmet Uzun jî hem bi kurdî hem jî bi tirkî axivî û got: " Amed bi inîsyatîva nû ya wêjeyê gaveke dîrokî avêtiye. Konferansek ku erdnîgariya Tirkiyeyê, kurdan û Rojhilata Navîn jî dixe nav xwe, ji bo herêmê gaveke dîrokî ye. Amed bi sedsalane ku bûye navenda şer, tundî, dagîrkerî, komkujî û mirinê. Lê niha, li vî bajarî gelek tişt diguherin. Ev gava yekem divê bi gavên herî bi heybet bêne xemilandin û Amed bibe navenda wêjeyê."

Serokê Enstîtûya Stenbolê Şefik Beyaz jî da zanîn ku Konferansa Wêjeyê dê di ronesansa Rojhilata Navîn de cihekî taybet bigire. Ji bo ku kesayetiya azad çê bibe û bigihîje, wêje rolekî mezin digire. Bi wêjeya ku ji bo dîroka mirovahiyê ev qas giring e, dê axa li ser gelên Rojhilata Navîn bê avêtin û dê zihniyet û wicdana ku ji Dewletên Rahîp ên Sumerê heya niha hatiye, dê bê şikandin.

Piştî axaftinan, ji bo konferansa ku dê sê rojan bidome, dîwan hate hilbijartin. Ji bo dîwanê Nacî Kutlay, Mehmet Uzun, Îzedîn Mistefa Resûl û Şefîk Beyaz hatin hilbijartin. Konferansa ku doh (roja 5ê sermawezê) dest pê kir, hîn didome. Tê hêvî kirin ku di encama konferansê de gelek biryar bêne girtin.

Rojên Wêjeyê Amed geş kiriye

Li gel konferansê rojên wêjeyî jî li Amedê berdewam dikin. Di çarçoveya rojên wêjeyê de, gelek panel û semîner têne li dar xistin. Nivîskarên kurd, tirk û ereb bi xwendevanên Amedî re têne cem hev. Di çorçoveya 'Rojên Wêjeyê' de, li Amedê di heman demê de pêşangeha pirtûkan jî heye. Bi hezaran pirtûk li benda xwendevanên kurd in.

Doh êvarê, helbestvanên kurd Yûnis Bahram, Fethullah Huseynî, Kawa Nemir, Îrfan Amîda û Salîh Bozan li Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin, bi helbestên xwe derketin pêşberî hezkiriyên helbestê. Helbestvanan ji helbestên guldesteyek pêşkêşî hezkeriyên helbestê yên Amedî kirin.

Wekî encam, li Amedê gelek çalakiyên çand, hunerî û wêjeyî pêk tên. Bi gotinê mirov nikare dawî lê bîne. Dilê wêjeya kurdî li Amedê lê dide. Ev gavên dîrokî li ser rûpelên dîrokî cihê xwe digerin.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]