www.amude.com - navenda çanda kurdî


21.07.2003 - 14:21

Balozxaneya Sûryayê li Swêdê delegasyoneke ji rêxistinên kurdî avêt derve

STOCKHOLM (amude.com) - Li Stockholmê, grûpeke ji 7 rêxistin û dezgehên kurdî li Swêdê çûn balozxaneya Sûryayê û nameyeke protestoyê li dij bûyerên meşa zarokên kurd li Şamê gihandin qunsilê balozxaneyê Ebdulxefar Herb. Piştî xwendina nameyê, Herb ragihand, ku ti problêm li Sûryayê tune ne û ji grûpê xwest, ku ji balozxaneyê derkeve.

Em protestonameya rêxistin û dezgehên kurdî li Swêdê li vê derê diweşînin:

PROTEST

Jibo balyozxaneya Sûriyê li Swêdê-Stockholm


Bi mebesta pîrozkirina roja gerdûni ya mafên zarokan û dozkirina mafên zarokên kurd li Sûriyë, 200 zarokan tevlî hin dê û bavên xwe, bi gul û çîçek û cilên xwe yên floklorî, roja 25-06-2003 an, berê xwe dane navenda UNICEF a li Şamê. Ew ji her çar aliyên Kurdistana Sûriyê hatibûn û piraniya wan zarokên wan kesan bûn ên ko sala 1962 an hemwelatiya Sûriyê ji wan hatibû stendin. Jibo ko di riya UNICEF ê re, hawara xwe bigihinin raya giştî ya cîhanî, wan daxwaznameyek nivîsîbû û her sê sloganên li jêr bilind kiribûn:

1- Em perwerdeyiya bi zimanê zikmakî û parastina nasnameya xwe ya netewî dixwazin;
2- Em doza paşdevegerîna hemwelatiya kurdan dikin;
3- Bal bi zaroktiyeke bextewer, wekhev û bêçewisandin de.

Berî ko zarok bigihin ber deriyê UNICEFê, hêzên polîs û asayiş ên dewletê yên çekdar û pirjimar, dora wan û dê û bavên wan girtin, bi hovane û bi daran ajotin ser wan, li wan xistin, gef li wan xwarin, çêrên kirêt ji wan re kirin û bi daf, pên û zora ço ew avêtin erdê, birîndar û belav kirin û 7 kes ji wan kirin bin çav. Kesên ku hatine girtin heya niha bê ser û şûn in û kes nizane ew mirî ne yan sax in. Navên kesên ku hatine girtin ev in:

1-Muhemed Mustefa, 2- Amir Murad, 3-Salar Salih, 4-Xalid Muhemed Elî, 5- Husên Remedan, 6- Hozan M. Emîn Ibrahîm, 7- Muhemed şerîf Ferman.

Ev karê kirêt û terorane, ji alîkî ve durûtiya dewleta Sûriyê hemberî imzeyên wê yên liser peyman û lihevhatinên navnetewî eşkere dike û dibe nîşana çewisandina nijadperest a ko gelê kurd û zarokên wan di bin nîrê wê de ne. Karbidestên Sûriyê nikarîbûn kîna xwe ya şovenî lidijî zarokên kurdan di vê roja pîroz jî de veşêrin. Ew nikarin nasnameya kurd li welêt qebûl bikin. Wek her car, ew gelê Sûriyê dixapînin û derewan li raya giştî ya cîhanî dikin, lewra jî wilo bêtirs û bi şêweyekî arogan û çavsorane, di roja zarokan de pê li mafên zarokan dikin, dê û bavên wan davêjin zindanan.

Em, dezgeh û rêxistinên jêr, vê helwesta Sûriyê ya nijadperest û hovane ya li dijî zarokên kurd, bi tundî protesto dikin. Em doza hemû dezgehên swêdî û navnetwî dikin ko, dengê xwe bi me re hildin û ji dewleta Sûriyê bixwazin ko; hebûna 2,5 milyon gelê kurd nas bike û mafên wan ên rawa bide wan; mafê hemwelatiya ko sala 1962 an ji 250 hezar kurd hatiye stendin li xwediyên wan vegerîne, projeyên nijadperest ên asimîlekirinê, wek "Kembera erebî", guhertina navan li herêmên kurdan rake û hemû girtîyên siyasî yên kurd, kevn û nuh, zû serbest bike.

2003-07-21

Rêxistinên Partî yên jêr li Swêdê:

Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriye;
Partiya Hevgirtina Gelê Kurd Li Sûriyê;
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê-(Elpartî);
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê.
Komiteya Hevkariya Rêxistinên Kurd û Kurdistanî li Swêdê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Inisyatîva Kurdên Swêdê


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]