09.11.2002
Qamişlo rewşenbîrên kurd hembêz dike
Konê Reş - Qamişlo

Hesen Silêvanî
|
QAMIŞLO (amude.com) -
Yekemîn car e ku birek ji rewşenbîr û nivîskarên Duhok û Hewlêrê
bi rewşenbîrên Qamişlo re kom dibin.
Wek ku diyar e, ji mêj ve sînga Qamişlo bi tev Kurdên wê ve ji Kurdên bakur
û başûr re vekiriye. Bi wateyeke din Kurdên Qamişlo bi tev texlîd mirovên
xwe ve, mîna pireke dûzin ji birayên xwe Kurdên perçayên din re, her dem û gav amade ne
ji pêşwazî, hembêz kirin û derbasbûna wan re…
Ji encamên wan têkiliyan, di van çend rojên dawîn de, şandek ji nivîskar û helbestvanên Soran û Behdînan di nav rewşenbîrên Qamişlo de hatin xuya kirin û bi sîngeke fireh hatin hembêz kirin. Ev şande bi serokatiya birêz Mihdî Xoşnaw, serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Hewlêrê, û nivîskar û rojnamevan Ebbas Ebdella Yûsif ji Hewlêrê, û birêz Hesen Silîvanî, serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihokê, di gel wî helbestvan Mihsin Qoçan û Nacî Taha Berwarî, di van rojan de bi nivîskar û rewşenbîrê Qamişlo re civiyan û dan û stendin…
Ev yekemîn car e ku rewşenbîr û torevanên Soran û Behdînan li ser sifreya rewşenbîriyê bi rewşenbîrên Qamişlo re kom dibin û kul û xemên xwe li ser wê sifreyên radixînin, û li ser gelek babet û aloziyan radwestin… Em jî bi hêvî û omîd in ku mûyên van pêwendiyan bibin werîsekî qlind.
Ji berî çend rojan ve jî birêz Salimê Casim û Mihsinê Osman ji redaksyona kovara (Havîbûn ) a ku li Berlînê tê weşandin, li me bûn mêvan. Di wê mêvaniyê de ji me re li ser rewşa çapemeniya sirbûnê û bi taybetî kovar û weşanxaneya Havîbûn axifîn.
Di roja 22-10- 2002an de, roja koçkirna Seydayê Cegerxwîn ya 18an, em bi hev re çûn ser gora wî û me gurzê gul û kulîlkan li ber serê wî danîn, di gel ku du keç û çend neviyên wî li ser gorê amade bûn.
Qamişlo bi hatina rewşenbîran dikene.
31-10-2002
|
|