www.amude.com - navenda çanda kurdî


06.01.2004 - 01:19


Reşîd Sofî (avesta)
Hunermend Reşîd Sofî bû armanca êrîşeke hêzên ewlekariya siyasî yên sûrî

KOBANÎ (amude.com) - Di ahengeke taybetî de di êvara sersala 2004an de, hêzên ewlekariya siyasî yên sûrî li bajarê Kobanî li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê êrîşî hunermendê kurd Reşîdê Sofî kirin û nehiştin ku ew stranên bi zimanê kurdî pêşkêş ke.

Li gorî agahiyên ji Kobanî bo Malpera Amûdê, amadekarên ahengê berî wê bi çend rojan erêkirina pêkanîna şevê ji ewlekariya siyasî ya li bajarê Kobanî wergirtibûn. Lê berî ku aheng dest pê bike bi çend demjimêran, serokê ewlekariya siyasî li Kobanî hemî hunermendên beşdar anîn cem xwe û ji wan xwest ku li ser rûpelekê imze bikin, ku ew di wê ahengê de dê stranên bi zimanê kurdî nebêjin. Lê belê hunermend Reşîd Sofî ne amade bû û ne jî imze kir.

Piştre, çend endamên ewlekariya siyasî amadekarên ahengê agahdar kirin, ku biryar hatiye standin ku hemî şahî û ahengên di êvara serê salê de hatin qedexekirin. Lê belê amadekaran karîbûn bi dan û standinan serokê ewlekariyê razî bikin, ku ew bihêle ahenga wan pêk were. Serok erêkirina pêkanîna ahengê da, lê bi şertê ku hunermend Sofî beşdar nebe.

Di ahengê de, kesên beşdar ecêmayî man, dema dîtin ku çend endamên hêzên ewlekariya siyasî jî beşdar bûne. Dema ku hunermend Reşîdê Sofî çû ku dest bi stranan bike, hêzên ewlekariyê êrîşî wî kirin û bi qerebalix û gotinên nexweş nehiştin ku ew ji beşdaran re bistrê.

Hêjayî gotinê ye, ku li Sûryayê û Başûrê-Rojavayî Kurdistanê bêyî destûra ewlekariya siyasî kurd nikarin aheng û şahî û zemawendên xwe pêk werînin. Herweha konserên taybetî yên bi zimanê kurdî jî qedexe ne.

Hunermend Reşîd Sofî li zanîngeha Qahîrayê li Misir muzîk xwendiye û bi stranên mîna "Mey nenoşî", "Mêvanê dilê te me" û "Xweziya hêvî pêk bihatana" navdariya xwe di nav hunermendiya kurdî de wergirt.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]