 |
 |
31.08.2003 - 00:47
'Radyo Azadî' xebata xwe rawestand
DORTMUND (amude.com) - Doh li Swêsrayê, berpirsê 'Radyo Azadî'
Bulîcan ragihand, ku ji ber pirsgirêkin aborî ew mecbûr
bû ku weşana radyoyê rawestîne, û xebata yekemîn radyoya
kurdî ya internêtê, ku 6 salan muzîka kurdî
digihand guhdaran li seranserî cîhanê,
bi dawî bîne.
Di daxuyaniyekê de, ku bi zimanê kurdî û tirkî
bi deng di 'Radyo Azadî' de hatiye weşandin, û herweha di nameyekê de, ku
ji MALPERA AMÛDÊ re hate şandin, Bulîcan radigihîne, ku
ew ji ber rewşa wî ya aborî ya xirab êdî nema dikare
xebata 'Radyo Azadî' bidomîne.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Bulîcan bangî Kurdan dike, ku
piştgiriya projeya radyoyê bikin, da ku jiyana wê berdewam bibe.
>> Radyo Azadî: www.bulican.com
|
 |
 |