17.11.2002
Rêya Düsseldorf û Qamişloyê serê salê vedibe
DÛSSELDORF (amude.com) -
Ji serê salê û pê ve, "AIR TIGRIS" dest
pê dike ko rêya balafiran di navbera Qamişlo û
Düsseldorfê li Elmanyayê veke.
Balafir dê her yekşem ji Düsseldorfê
biçe Qamişloyê li Rojavayê Kurdistanê.
Ji ber ko balafirgeha Qamişloyê berfireh dibe û hîn ne amade ye
bo balafirên ji derveyî welat, balafirên AIR TIGRIS
dê li balafirgeha Helebê deynin. Rêwî dê ji wêderê
bi otobûsên taybetî biçin Qamişlo.
Balafira ko ji Düsseldorfê diçe Qamişloyê Airbus A320 ye, tê de
156 cih hene û 140 ji wan li gor klasa normal in û 16 jî li gor klasa bilindtir in.
Bo aagahiyên berfirehtir: www.airtigris.com
|
|