www.amude.com - navenda çanda kurdî


16.10.2003 - 20:11

Li Tirkiyeyê yekemîn filmê porno bi zimanê kurdî derket

STENBOL (afp/amude.com) - Yekemîn filmê porno bi zimanê kurdî daket bazarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Filmê bi navê "Fantasiyên Kalo" daket bazaran û bêtir Kurdên li Bakurê Kurdistanê wî dikirin, wiha rojnameya tirkî "Hûrriyet" di hejmara xwe ya îro de ragihand. Ev film li ser rê ye, ku hemî rêkordan bişkîne.

Li gor agahiyên rojnameyê, lîstekvana tirk a bi nav û deng Yasemin Ünlü rola bingehîn di vî filmî de dilîze. Ajnaseya Firensî ya Nûçeyan AFP di nûçeyeke xwe de li ser vê mijarê nivîsandiye, ku ev film encama berfirehkirina azadkirina zimanê kurdî li Tirkiyeyê ye.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]