www.amude.com - navenda çanda kurdî


26.11.2003 - 00:26

Hukûmeta Urdun pirtûkên Selîm Berekat şewitandin


Selîm Berekat                  "Dilşad"
URDUN/EMAN (amude.com) - "Dezgeha Weşanan" li Urdun 300 pirtûkên helbestvan û romannivîsê kurd Selîm Berekat ji pirtûkxaneyan derxistin û ew şewitandin, wiha malpera elaph.com ragihand. Pirtûka ku hate şewitandin, romana Berekat a nû "Dilşad" e, ya ku berî demekê li Beyrûtê hatibû weşandin.

Hîn ne diyar e, ji bo çi pirtûkat Berekat bûye goriya sansora urdunî. Lê li gorî agahiyên di elaph.com de, bi dehan nivîskar û pirtûkên wan bûne goriyên sansora "Dezgeha Weşanan" a urdunî. Piştî hilbijartinên dawî, hukûmeta nû kar û barên wezareta çandê rawestand û bera karkerên wê dan. Tiştek bi navê 'wezareta çandê' li Urdunê nemaye.

Hêjayî gotinê ye, ku ji mêj ve pirtûkên Selîm Berekat li Sûryayê qedexe ne.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]