www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

16.11.2002

"BIDE DÛ DILÊ XWE" - Pirtûka Susanna Tamaro bi kurdî derket

STENBOL (amude.com) - Li Stenbolê û ji weşanxaneya DOZê, romana binavûdeng a nivîskara îtalî Susanna Tamaro "BIDE DÛ DILÊ XWE" bi zimanê kurdî derket.

Ev roman ji aliyê nivîskar Zinarê Xamo ve hatiye wergerandin.

Dema di sala 1994an de "Bide dû dilê xwe" li Îtalyayê hate weşandin, dengvedanek mezin çêkir û salekê sax ket serlîsteya pirtûkên herî tên firotin de. Wekî roman, piştî romana "Umberto Eco" ya bi navê "Navê Gulê" li Îtalyayê romana herî serkeftî hate qebûl kirin. Her wekî dengvedana wê ya li gelek welatên dî, li Tirkiyeyê jî wergera wê ya bi tirkî di nava 3-4 salan de 69 caran hate çap kirin.

Di vê romanê de, dapîrek ji bo neviya xwe ya ciwan nameyan dinivîse, tiştên wê bi xwe di nava dilê xwe de dewisandine û ne jiyaîne dixwaze neviya wê bêasteng û bêqedexe bijî. Lewra dixwaze neviya wê an jî hemî mirov li ber bayê dilê xwe bikevin û bidin ser rêya dil.

Nivîskara Îtalî Susanna tamaro sala 1957an li Triesteyê ji dayik bûye. Di 27 saliya xwe de dest bi karê nivîsandinê kir. Ji bilî vê romana bi navê "Va´dove ti porta i cuore" (bi kurdî: Bide dû dilê xwe) gelek pirtûkên wê yên çîrokan hene.

Pirtûk ji 160 rûpelan pêk tê.

Bo têkiliyê:

Zinarê Xamo
e-mail:zinar@telia.com

Weşanxaneya DOZê
e-mail: doz@turk.net
tel.: (0212) 297 25 05 - faks: (0212) 297 13 73
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]