17.03.2003 - 12:10
Felsefeya Sartre bi kurdî tê xwendin - pirtûkek nû
Hesen Salih - Sydney
Sydney (amude.com) - Ji nav weşanên Navenda Çanda Kurdî li Australiayê, pirtûkeke nû ya Dr.
Muhemed Kemal li jêr navê "Felsefey Sartre û Xwêndinêkî Nwê" ji çapê derket. Pertûk
ji heft beşan pêk têt û li ser 183 berperên ji qebara navincî hatiye çap kirin.
Dr. Kemal di pêşgotina pirtûkê de xuya dikit ka çawa ew di destpêkên xwe yên pêgehiştina rewşenbîrî de raserî felsefa Sartre hatiye. Dr. Paşê li ser pirtûkê wiha nivîsandiye:
Mebesta serekî ya vê nivîsê di xalekê de ye ku felsefa Sartre, di qonaxên hezirkirina vî feylesofî de, bi (yekîtiya bêrîkirinê) têt deynan. Û ev jî bersiva hizr û bîrên wan nivîskaran e yên ku nikarîbûn vê yekîtiyê û yekgiriyê bibînin û di vekolînên xwe de Sartre bi du kesan, yan di du qonaxên cuda de, dibînin: Sartreyê Bûnxwaz û Sartreyê Marksî. Sartreyê pêşcengê û Sartreyê paşcengê, yan Sartreyê kevn û Sartreyê nû. Ev nivîs vajî vê boçûnê, yek Sartre di sê qonaxên bihev ve girêdayî tîne ber çavên xwendevanî û pêkulê dikit pêwendiyên di navbera van sê qonaxên jihevnebirî de di geşekirina felsefeya Sartre de rohn bikit. (ji soranî wegera Hesen Salih)
Beşên pertûkê li jêr van navnîşanan in:
1- Bineret û serçawekanî bîrûbawerî Sartre
2- Ontolocî û fînomînolociya Bonxwazî
3- Birway xirap û birway çak
4- Bonyadî ontolocyaney serbestî
5- Min û kesanî dîke le felsefey Sartre da
6- Sartre û felsefey ramyarî
7- Sartre û şîkirdinewey derûnî
Piştî pêşgotinê, Dr. Kemal (Sartre kî ye?) li ser jiyana Sartre nivîsîye.
Dr. Muhemed Kemal niha li Zankoya Melbournê mamosteyê felsefê ye.
Hêjayî gotinê ye ku 500 jimarên vê pirtûkê hatine çap kirin.
Bo bidestxistina pirtûkê, xwendevan dikarin têkiliyê bi Navenda Rewşenbîrî ya Kurdî
li Australia bikin, di rêya e-maila navendê: roshinbiri@hotmail.com, an li ser telefona birêvebirê karên navendê li ser jimara: 00612 9822 7989
|
|