www.amude.com - navenda çanda kurdî


03.08.2003 - 11:15

Bi awaza Elbîstan û Meletiyê ji çanda kurdî çend nimûne; "Taw Dilo"...

Davut Ozalp - davutozalp@hotmail.com

STENBOL (amude.com/DÎHA) - Pirtûka bi navê "Bi devoka Elbistan-Akçadagê ji folklora kurdî çend nimûne" Taw Dilo" ji Weşanxaneya Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê derket. Pirtûk ji gotinên pêşiyan, biwêj, dûrik, şîn, lorîk, lêanîn, daxwaz, pesin, qinik, nav û nutik, ku di çanda Kurdan de cihekî girîng digirin, pêk tê...

Herêma Mereş û Elbîstanê herêma herî zêde bi asîmîlasyon pişaftinê re rû bi rû mayî ye. Di encama polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê de, çand û hunera vê herêmê ber bi wendabûnê ve diçe. Dîsa çepgiriya çelexwarî û giregirên eleviyan, ên ku bi desthilatdariyê re têkiliya wan hebûye, kirine ku gelê herêmê ji kurdbûna xwe dûr ketiye û êdî xwe wekî Tirk dibînin.

Di demeke wiha de ji çand û hunera herêmê gelek nimûneyên hêja, ji hêla Mehmet Komur ve hatin berhev kirin û wekî pirtûk ji Weşanênxaneya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hate çap kirin. Pirtûk bi kurdî û tirkî hatiye nivîsandin. Kurdiya pirtûkê bi devoka Elbîstan û Mereşê hatiye pê. Her wiha hemû stran, lorîk, biwêj û hwd. bi awayekî xweser li gorî orjînaliteya wan hatine berhev kirin. Di pirtûkê de, berî ku her mijar dest pê bike, ewil derbarê mijarê de agahdariyeke giştî heye. Li gel vê yekê pirtûk bi wêneyên têkildarî mijarê, ku li herêmê hatine kişandin, jî hatiye dewlemend kirin.

Nivîskar Mehmet Komur dide zanîn, ku çand û hunera gelê herêma Mereş û Meletiyê her roj bi wendabûnê ve diçe û dibêje: "Ji bo ku çanda me wenda nebe û neyê ji bîr kirin, pêdivî bi xebatên bi vî rengî hene. Divê nivîskar û lêkolînvanên kurd li ser mijarê bisekinin û bikevin nava gel û rê li ber wendabûna vê çand û hunerê bigirin."

Dewlemendiya çanda kurdî nîşan dide

Di pirtûkê de, dewlemendiya çand û hunera kurd bi awayekî zelal derdikeve pêş. Mirov dibîne, ku her herêmêke bajarê Kurdan xwedî dewlemendiyekê ye. Di pirtûkê de, li gel gotinên pêşiyan, lorîkan, biwêjan beşa herî mezin ji bo dûrikan hatiye veqetandin. Dûrik, ku di wêja kurdî ya devkî de cihekî girîng digirin, zêdetir li ser evîn, xerîbî û mirinê ne.

"Gundê hâna gunde ma ye
Nazliyâ min ê jêl vâ tê ye
Az naxwazim we cannate
Cannat sar singê rindê ye"

Di beşa 'Şîn'ê de, lorîkên li ser kesên, ku jiyana xwe ji dest dane hatine lorandin, cih digirin. Her wisa di vê beşê de hin lorîkên ku di nava gel de wekî stran tên gotin û di vê serdema dawî de hatine çê kirin jî hene. Ev stran zêdetir li ser xweşmêrî û qehremaniya lehangan hatine çêkirin. Wekî mînak:

"La Enqara têle xistin
La Malatî fener vêxistin
Xawar kata aşîrete
Gotin: "Mamadâlî ba dâre xistin"
Hara lawo lawo lawo..."

Disa di wê beşê de straneke ku balê dikişîne û di nava gel de tê zanîn jî ya bi navê "Xorto" ye. Xorto gerîlayekî kurd bûye û sala 1993an de li Elbîstanê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Dayîka wî van gotinan li ser wî dilorîne:

"Lawik birina davî nâlân
Pî şidândin ba dasmâlân
Bâ çâve dujmun birijin
Tu vaqatândin ja havâlan
.....

Âlbîstan a Âlbîstan a
Hêlak bâx hêlak bostân a
Az ba diyârî Nuqrek katim
Ku bûyê mazâlî havâlana"

Di hemû beşên pirtûkê de jî gelek nimûneyên hêja yên ji forklora kurdî hatine berhev kirin. Ji ber devoka xweser ya Elbîstan û Mereşê di kurdiya pirtûkê de tîpa "a" ji ber ku bi dengekî din tê bi lêv kirin, bi kum wekî "â" hatiye bi kar anîn.

Pirtûk piştî pirtûka Alî Alxasî ya bi navê "Ji Mereşê xeberek hat" yekemin pirtûk e ku li ser çand û hunera herêmê bi zimanê kurdî hatiye amade kirin.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]