www.amude.com - navenda çanda kurdî


24.08.2003 - 12:34

Dildarê Mîdî di navbera "Ken û Girî" de

QAMIŞLO (amude.com) - Li Qamişloyê dîwana helbestvan Dildarê Mîdî ya duwemîn bi navê "Ken û Girî" derket. "Ken û Girî" ji 33 helbestan û 108 rûpelan pêk tê. Piştî "Kevana Reş", ku di sala 1998an de hatibû weşandin, ev dîwana Mîdî ya duduyan e.

Di pêşgotina pirtûkê de, helbestvan Konê Reş wiha dibêje:

"... Dildarê Mîdî wek ku hilgirê ala kurdewariyê ye, ew hilgirê ala mirovantiyê ye jî. Ew helbestvanekî bê sînor û al e... [Mîdî] di helbestên xwe de ne mîna tu kesî ye, di zimanê xwe de xwedî dibistaneke tekane ye, ji dibistana bavê xwe ya folklorî fêrî gelek pêmayê kurdî bûye, û ew pêma jê re bûye şêweyekî taybet di hûnandina helbestê de. Awazên helbestên wî ji xuşxuşa ava çem û cobarên welat, ji bilindahoya çiya û nizimbûna deşt û newalan pêk tê. Alavên wî di hûnandina helbestê de; xizanî, perîşanî, zilm û zorî di gel evîn, bêrîkirin û azadiya welatê qedexe ye...".



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]