 |
 |
29.09.2003 - 14:08
Li Japonê pîrtirîn mêr li cîhanê mir

Yukichi Chuganji 114 sal kirin (dpa) |
TOKYO (dpa/amude.com) - Yukichi Chuganji, pîrtirîn mêr li
cîhanê, doh li mala xwe li Japonê mir.
Temenê wî bûbû 114 sal. Malbata wî ragihand, ku
rewşa wî ya tendurustî baş bû
û wî ta dawî jî 3 caran di rojê de xwarin dixwar.
Kêfa wî pir ji şêraniyê re dihat
û wî pir karamêl bi diranên xwe (!) dixwar.
Yukichi Chuganji di 23.03.1889ê de ji dayik bûbû. Wî
jiyana xwe li gel malbata xwe li parêtgeha Fukuoka derbas kir.
Piştî ku di destpêka sala bûrî de
mêrê îtalî Antonio Todde di temenê
112e salan de mir, Chuganji ji aliyê Pirtûka Guinness
a rêkordan wek pîrtirîn mêr li cîhanê
hate qeyd kirin. Herweha pîrtirîn jin li cîhanê
jî ji Japanê tê. Di 16ê vê mehê de,
Kamato Hongo bû 116 salî.
Hêjayî gotinê ye, ku li Japonê
bêtirî 20.000 mirovên
sedsalî hene. Sedema temê Japoniyan ê
dirêj ew e, ku ew pir xwarina baş dixwin. Piraniya
mêran li Japonê digihên temenê 78,32
û jin dibin 85,23 salî. Ev yek dibe sedema ku civaka
japonî ber bi pîrbûnê ve diçe. Li
Japonê kêm zarok çê dibin. Ji ber vê yekê
demin zehmet li pêşiya sîstemên Japonê yên sosyal
in.
|
 |
 |