 |
 |
06.12.2003 - 04:55
Di Perlemana Swêdî de civînek ser pirsa kurdî li
Sûryayê pêk hat
STOCKHOLM (amude.com) - Doh li Stockholmê, Partiya Gel a Swêdî 'Folkpartiet' di
perlemana Swêdî de civînek ji bo pirsa kurdî li
Sûryayê pêk anî. Endamê Perlemana Swêdî
Eric Ullenhag û herweha endama Perlemana Ewropayê Cecilia
Malmström li ser rewşa kurdan li Sûryayê rawestiyan û
ji hukûmeta Swêdê doza rolekê di çareserkirina
pirsa kurdî de li Sûryayê kirin.
Di destpêka civînê de, Dr. Kerîm Hesen bi berfirehî li
ser Sûryayê rawestiya û çewisandina gelê sûrî
ji aliyê rêjîmê ve diyar kir. Piştre wî berê xwe
da kurdan û rewş û pirsa wan li Sûryayê. Wî
beşdaran agahdarî siyaseta rêjîmê û
projeyên wê li dij kurdan, mîna 'Kembera Erebî' û
'Serjimartina Awarte' û encamên wê ji bo gelê kurd
kir.
Piştre, Eric Ullenhag nerazîbûna xwe ji siyaseta
rêjîma sûrî eşkere kir û daxuyand ku
ew dê li ser bixebite ku dengê kurdan di perleman û dezgehên swêdî
de xurtir bibe. Herweha wî ji hukûmeta swêdî
xwest, ku "dextekê li ser rêjîma dektator a sûrî
pêk bîne, da ku pirsa kurdî li Sûryayê çareser bibe
û çewisandina li ser bête hilandin".
Daxuyaniya 'Folkpartiet' bi zimanê swêdî
|
 |
 |