www.amude.com - navenda çanda kurdî


13.11.2003 - 16:51

"Em li Sûriyeyê nikarin bi rehetî bi zimanê kurdî biaxifin û pirtûkên me nayên çap kirin."


Pîr Rustem (dîha)
Omer Tur - STENBOL (dîha/amude.com) - Li Sûriyeyê, ji ber ku salê çûn 'Zagona Çapxaneyê' hatiye derxistin, pirtûkên bi zimanê kurdî nayên çap kirin. Nivîskarê kurd Pîr Rustem ragihand ku wî heta niha 4 pirtûkên bi kurdî nivîsandine. Lê ji ber ku li Sûriyeyê zimanê kurdî qedexe ye, pirtûkên xwe bi hejmareke hindik weþandiye. Ew naha li Efrînê pirtûkan dinivîsîne. Pîr Rustem pirtûkek bi navê "Zarokatiya awêneyê û tiþtên din" nivîsandiye û dixwaze wê li Tirkiyeyê çap bike û biweþîne.

Pîr Rustem ragihand, ku salên berê 'Zagona Çapxaneyê' ji hêla Partiya Baasê ve hatiye derxistin. Pîr Rustem derbarê 'Zagona Çapxaneyê' de agahî dan û got: "Ji ber ku 'Zagona Çapxaneyê' derketiye, em nikarin pirtûkên xwe çap bikin. Di dema berê de jî zimanê kurdî qedexe bû, lê me li çapxaneyan pirtûkên xwe çap dikirin û tu astengî dernediketin pêþiya me. Lê niha, xwediyê çapxaneya ku pirtûkên bi zimanê kurdî çap dikin, 5 sala bi cezakirina zindanê re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê jî, xwediyê çapxaneyan pirtûkên bi zimanê kurdî çap nakin.

"Parlamenterên li Sûriyeyê me napejirînin"

Pîr Rustem diyar kir ku li Sûriyeyê Partiya Baasê heye û ji sala 1963ê ve li ser hûkm e. Pîr Rustem li ser rewþa jiyana kurdên Sûriyeyê rawestiya û got: "Li Sûriyeyê tu mafên kurdan tune ye. Li zanîngehên Sûriyeyê bi zimanê ingilîzî, fransî, farisî û erebî perwerdekirin pêk tê. Lê em li Sûriyeyê nikarin bi rehetî bi zimanê kurdî biaxifin. Her wiha li Sûriyeyê mafê me yê hilbijartinê jî tune ye. Lîsteyek parlementeran tînin datînin ber me. Ew lîsteya ku tê ber me, em mecbur in ku wê bipejirînin. Partiya Baasê ya Sûriyeyê jî wekî Partiya Baasê ya Iraqê ye. Em naxwazin ku Sûriye jî ji hêla hin kesan ve bê dagirtin. Em dixwazin ku Sûriyê û Tirkiyê bi serê xwe bibin dewletên demokratîk. Rastî, li Tirkiyeyê di warê demokratîkbûnê de hinek pêþketin hene. Lê ne bes e. Pêwîste krîterên Ewropayê bi giþtî bi cih bînin."

Pîr Rustem da zanîn ku ew naha li Sûriyeyê dijî û tenê karê wî pirtûknivîsandin e. Pîr Rustem heta niha pirtûkên bi navê "Pûtvan", "Pilindir", "Çivîkên beravêtî" û "Tirav" çap kirine û li Sûriyeyê weþandine. Pîr Rustem niha pirtûkek bi navê "Zarokatiya awêneyê û tiþtên din" nivîsandiye û ew dixwaze ku vê pirtûka xwe li Tirkiyeyê çap bike.

"Ez ê pirtûka xwe ya 5e-mîn li Tirkiyeyê çap bikim"

Pîr Rustem li ser pirtûka xwe ya nû rawestiya û got: "Min þevekê xewnek dît. Li ser vê xewnê min dest bi nivîsandina pirtûka xwe ya bi navê "Zarokatiya awêneyê û tiþtên din" kir. Mijara pirtûka min ciwanek û kalek e. Ciwan diçe zanîngehê. Pirsgirêkên vî ciwanî gelek in. Di warê aboriyê de û di siyasiyê de, di nava pirsgirêkan de dijî. Her wiha ji ber ku ew tenê kurd e, di îþkenceyan de tê derbas kirin. Kal jî hespek wî heye, baskên wî hespî hene; baskek agir e, yek jî av e. Kal li vî hespî siwar dibe û 7 qateyan bi ser dikeve. Li vir kal dibe ciwanek. Lê xwe nas nake, li wir awêneyek heye. Ji awêneyê dipirse 'ka ez kîme?'. Awêne tu carî ji kal re nabêje ku ew kî ye." Pîr Rustem da zanîn ku kal û ciwan yek kes in.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]