www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

19.03.2003 - 11:49

Mesûd Barzanî: Mirin û jiyana me dê li ser axa Kurdistanê ya pîroz be


Mesûd Barzanî
(Wêne: Birayetî)
SELAHEDÎN (amude.com) - Rojnameya Birayetî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê îro peyama serokê PDKê Mesûd Barzanî bo miletê kurd derbarî şerê li dijî Iraqê weşandiye.
Di peyama xwe de, Barzanî ji miletê kurd re eşkere kir ku "bila ew piştrast be ku em Kurdistanê nakin çol". Wî zêde kir û got ku "mirin û jiyana me dê li ser vê axa pîroz be û we piştrast dikim ku asoya me pir ronahî ye."
Nivîsa peyama wî ev e (Veguhestin ji tîpên latînî: Kerkûk Kurdistan e):

Bism Allah elrehman elrehîm

Xuşk û birayên min ên xweşewîst,

Diyar e lêdana Iraqê nêzîk bûye û xebata karê dîplomatîk ti encam nedan.
Ji aliyê me ve, li gor qewet û jêhatina xwe, me kar kiriye da em xelkê Kurdistanê biparêzin.

Min bihîstiye ku hinek biraderan malên xwe veguhostine bo hinek cihên emîntir, nemaze ewên ku nêzîkî deverên temasa digel hikûmetê dijîn.

Li vê derê ez dixwazim xelkê Kurdistanê piştrast bikim ku xeter li ser Kurdistanê nîne. Bila ti kes fikra mişextbûnê neke. Bila ti kes nêzîkî tixûbên welatên cîran nebin. Hikûmeta herêmê wekî erka xwe dihesibîne ku kar bike ji bo wan xuşk û birayên ku xetera miweqet li ser cihên wan heye û mecbûr dibin bar bikin bo cihên emîntir.

Xuşk û birano,

Piştrast bin ku em Kurdistanê nakin çol. Mirin û jiyana me dê li ser vê axa pîroz be û we piştrast dikim ku asoya me pir ronahî ye.

Bi vê minasebetê ji hemî dezgehên hizbî, îdarî, leşkerî û herwiha hemî partiyên hevpeymanên me û hemî miletê kurd dixwazim ku hevkariyê bi hevdu re bikin ji bo parastina emn û asayişa hevwelatiyan û parastina qanûnê.

Û di dawiyê de ez hêvî dikim ku hûn newrozeke xweş û bextewar bijîn. Newroza we pîroz be û silama Xwedê li ser we be.

Mesûd Barzanî
Selahedîn - Kurdistan
18ê adara 2003an

Û ev jî peyama Mesûd Barzanî bi tîpên erebî ji rojnameya Birayetî:

Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]