www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

29.04.2003 - 17:20

Pêşangeha pirtûkên kurdî li Elmaniyayê

KÖLN (amude.com) - Bi însiyatîva Yekîtiya Komeleyên Kurdistan (KOMKAR), îsal ji 06-08ê meha hezîranê pêşengehek bo pirtûkên kurdî li bajarê Kölnê li Elmaniyayê amade dibe. Ev pêşengeh îsal ji bo bîranîna sedsaliya Cegerxwîn saz dibe.

Serokê KOMKARê Beko Topgider di daxuyaniya bo çapemeniyê de, dibêje ku KOMKAR bi biryara sazkirina pêşangeha pirtûkên kurdî "dixwaze pirekê di navbera weşanxaneyên kurdî û xwendevanên kurd de li Elmaniyayê çêkin." Ji bona vê yekê jî, ew dixwazin hersal li bajarekî elmanî "Pêşangeha Pirtûkên Kurdî" pêk bînin.

Li gor agahiyên ku di daxuyaniyê de hatine, her kes dikare di vê pêşangehê de beşdar bibe.

Pêşangeha îsal dê li bajarê Kölnê, Bürgerzentrum, Alte Feuerwache, Eberplatz, li dar keve.

Bo agahiyên berfirehtir:

e-mail: komkar@t-online.de
malper: www.komkar-info.org

Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]