www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

22.04.2003 - 10:20

Li Şamê pêşangeha hunermendê kurd Salih Nemir vebû

Rustem Hemze - Şam
rustem@amude.com


ŞAM (amude.com) - Li hola pêşangehan li navenda çandî ya Ebo-Rummanê li bajarê Şamê, pêşangeha hunermendê şêwekarî yê kurd Salih NIMIR di êvara 19ê vê mehê de û bi beşdariya hejmareke mezin ji rewşenbîr, hunermed, nivîser û hezkerên hunerê yên kurd û ereb li bajarê Şamê hate vekirin.

Salih NIMIR hunermendekî kurd e ji bajarê Dêrikê ye, di sala 1972an de ji dayik bûye. Di sala 1995an de xwendina xwe li instîtûya hunerên pratîk li Şamê kuta kiriye û niha li bajarê Şamê dijî..

Salih NIMIR bêtir bi durustkirina peykeran mijûl dibe, û pêşangeha wî ya niha gelek peykerên ji textê zan durustkirî tê de hatine pêşkêş kirin.

Ta vê rojê, hunermend Salih NIMIR tevlî gelek pêş angehan li bajarê Şamê bûye, wek:
- Pêşangehek li navenda çandî ya Ebo-Rummanê, 1994
- Pêşangehek li navenda çandî ya Mezzê, 1995, û herwisa di sala 1998an de jî
- Pêşangeha Ciwanan, li hola el-ş e'ib (gel), 2002
- Pêşangeha tablo û peykerên biçûk, 2003
- Pêşangeha jin û perwerde, hola el-umewîyîn, 2003

Hêjayî gotinê ye ku hunermend Salih NIMIR xelata duwem di pêşangeha Ciwanan de wegirtiye.

Bi helkeftina vê pêşangehê hunermendê şêwekarî û peykervan ê sûrî yê navadar û herwisa birêvebirê instîtûya hunerên pratîk li bajarê Şamê, Eksem EVDILFETAH wisa nivîsî: "…Xwedan hêzeke bê sînor e - S.NIMIR- û em dikarin bêjin li ser du riyan dixebite, riya serbestoyê! Ango bi şêweyeke taybetî wî, û herwisa kesayetiya wî tê de kifş dibe. Şêweyê duwem afirandin e, û wiha peykerên wî gelek wateyan li xwe hildigirin…"


Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]