www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

10.03.2003 - 14:20

Pêşangehek belavokan li Dihokê



Hekar Findî - Dihok

DIHOK (amude.com) - Doh li Dihokê pêşangeha salane ya kevalên dîwarî bo hemû xwendingehên parêzgeha Dihokê li hola Kawe-Dihok ji aliyê birêveberiya giştî ya Perwerdê li parêzgeha Dihokê, birêveberiya çalakiyêt qotabxana û li jêr çavdêriya parêzgerê Dihokê û bi berhevbûna berpirsê liqê yekê yê P.D.K Qadir Mihemed Mela, Nêçîrvan Ehmed, parêzgeha Dihokê û şîretkarê Civata Wezîran Şewket Bamernî û hijmareke mezin ji cemaweran hate vekirin.

Di vê pêşangehê de, nêzî 70ê xwendingehan beşdar bûn, û bi belevokên xwe yên pir mifa û xwesik pêşangeh xemilandin.
Hêjayî gotinê ye ku ev pêşangehe her sal li dar dikeve zêdebarî yeka din a karên destî bo xwendekaran.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]