12.11.2002
Hunermendên kurd di pêşangehek hunerî de li Şamê
Azad Beşar - Heleb

Ebdilkerîm Mejdel El-Bêk, Nîhad El-Turk, Hesko Hesko
wêne: amude.com
|
HELEB (amude.com) -
Bi beşdarbûna 5 hunermendên kurd,
"Navenda Çanda Firansî" li Şama paytext
pêşangehek hunerî li dar dixe.
Ji bilî nîgarkêşên
kurd, 2 hunermendên ereb bi tabloyên xwe beşdarî
pêşangehê bûne.
Nîgarkêşên kurd ên beşdar ev in:
Ebdilhemîd Ebdellah, Nîhad El-Turk, Hesko Hesko, Ebdulkerîm
Mejdel El-Bêk û Omran Yûnis.
Pêşangeh 22ê meha borî dest pê kiriye û ta 16ê vê mehê
didomîne.
|
|