www.amude.com - navenda çanda kurdî


17.08.2003 - 01:48

Çar hunermendên kurd tabloyên xwe li bajarên sûrî pêşkêş dikin

HELEB (amude.com) - Çar hunermendên kurd ên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê bi hevre 2 pêşangehine hevbeş li du bajarên sûrî li dar dixin. Pêşangeha yekemîn a hunermendan Xidir Ebdilkerîm, Sara Şêxê, Luqman Ehmed û Cîhan Ebdilrehman hefteya borî li bajarê Misyaf li dar ket. Di vê hefteyê de, ew dê tabloyên xwe li bajarê Beşnîn pêşkêş kin.



Ji 09-14ê vê mehê, hunermendên kurd tabloyên xwe di pêşangeha li Navenda Çandê ya bajarê Misyaf pêşkêş kirin. Pêşangeha duyemîn berî du rojan li Navenda Çandê ya bajarê Beşnîn dest pê kir û 22ê vê mehê bi dawî tê.

Çend gotin li ser xebata van hunermendan:

Xidir Ebdilkerîm

- Di sala 1967an de li gundê Kundiro (Amûdê) ji dayik bûye.
- Huner bi şêweyeke taybetî xwendiye
- Pêşangeh:
  • Pêşangehek li Sîdnaya (1992)
  • Pêşangehek li Hisiça (1996)
  • Pêşangehek li Qamişlo (1997)
  • Pêşangehek li Hisiça (1998)
  • Pêşangehek li Navenda Çandê ya Mezê li Şamê (2000)
- Pêşangehên hevbeş:
  • Pêşangeha Ciwanên Hisiça (1994)
  • Pêşangehên Hunermendên Hisiça (1996, 1997, 1998, 1999, 2000)
  • Pêşangeh li Qamişlo (1997, 1998, 1999, 2003)
  • Pêşangehek li Rimêlan (1999)
  • Pêşangehek li Helebê (2002)
  • Pêşangehek li Navenda Çanda Rûsî (2003)
Sara Şêxê

- Di sala 1966an de li Şamê ji dayik bûye.
- Endama Sendîqa Parêzeran e
- Huner bi şêweyeke taybetî xwendiye
- Pêşangeh:
  • Pêşangehek li Rimêlan (1999)
  • Pêşangehên Hunermendên Hisiça (2000)
Luqman Ehmed

- Di sala 1972an de li Dirbêsiyê ji dayik bûye.
- Huner bi şêweyeke taybetî xwendiye
- Pêşangeh:
  • Pêşangeheke hevbeş li Hisiça (1999)
  • Pêşangeha hunermendên Qamişloyê (1999)
  • Pêşangehek li Zehla (Libnan, 2000)
  • Pêşangehek li Salona El-Xanicî li Helebê
  • Pêşangeha Xan El-Herîr li Helebê (2002)
  • Pêşangeheke hevbeş li Salona Îbla li Helebê (2002)
  • Pêşangeheke hevbeş li Navenda Çanda Rûsî li Şamê (2003)
  • Pêşangeheke hevbeş li Navenda Çandê li Efrînê (2003)
Cîhan Ebdilrehman

- Di sala 1973an de li Dêrikê ji dayik bûye.
- Beşê Hunera Kevir li Akademiya Hunerê qedandiye
- Xwendina li Navenda Edhem Ismaîl li Şamê bi dawî aniye
- Pêşangeh:
  • Beşdarî pêşangehên akademiyê di salên 1992, 1993 û 1994an bûye
  • Pêşangeha hunermendên Qamişloyê (1997, 1998)
  • Pêşangehek li Navenda Çandê li Dêrikê (2000)



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]