 |
 |
03.12.2003 - 01:11
Li Swêdê 7emîn pêşangeha pirtûkên kurdî
û bîranîna sedsaliya Cegerxwîn li dar dikevin

Cegerxwîn
|
STOCKHOLM (amude.com) - Weşanxaneyên kurdî li Swêdê
dê di rojên 13-14e yên vê mehê de, li Stockholmê
7emîn pêşangeha pirtûkên kurdî pêk werînin.
Herweha di yekşema 14ê mehê de, dê bîranîna sedsaliya
Cegerxwîn ji aliyê rêxistin û dezgehên kurdî li
Swêdê ve li dar keve.
Derbarî pêşangeha pirtûkên kurdî,
dê roja şemiya 13ê mehê, demjimêr
13-14, semînarek li gel nivîskar
Haşim Ekremzadeh li dar keve.
Weşanxaneyên ku dê beşdarî pêşangehê bibin,
ev in: Apec, Berbang, Bîrnebûn, Helwest, Deng, Jîna Nû,
Kîtab î Arzan, Kawa, Medya Distribution, Nûdem, Vate, Nefel,
Roja Nû, Rewşen, Sara Distribution û Pelda.
Navnîşan:
ABF-Huset, Stockholm, Sandler Salen
Bîranîna sedsaliya Cegerxwîn:
14.12.2003, demjimêr: 12-14
Têkilî: 070-4926924, 08-7618118, 08-262375
|
 |
 |