www.amude.com - navenda çanda kurdî


29.07.2003 - 12:01

Li Dihokê pêşangeheke pirtûkan vebû

Hekar Findî - DIHOK (amude.com) - Bi hilkefta azadbûna Iraqê û li jêr çavdêriya Parêzgerê Dihokê, dezgehê Spîrêz ê çap û weşanê li Dihokê bi hevkarî di gel pirtûkxaneyên Cizîrî (Dihok), Qelayî Hewlêr û Sara (Silêmanî) pêşangeheke pirtûkan li roja 28.7.2003an li hola amadeya Kawe li Dihokê vekirin.

Zêdebarî pirtûkên dezgehê navbirî û pirtûkxaneyên, dê pirtûkên gelek dezgehên din ên çap û weşanê yên kurdî û erebî û farisî bên berçav kirin û bi bihayekê erzan bêne firotin.

Hêjayî gotînê ye, ku de ev pêşangeh bo demê 10 rojan berdewab be.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]