www.amude.com - navenda çanda kurdî


15.12.2003 - 19:51

Li Swêdê pêşangeha pirtûkên kurdî bû pêşangeha jidûrketin û xapandinê



Laleş Qaso

Elî Çifçî
S. Hecî Berko - STOCKHOLM (amude.com) – Doh li paytexta Swêdê Stockholm 7emîn pêşangeha pirtûkên kurdî ya durojane bi dawî hat. Ji bilî 7 weşanxaneyan û çend dostên wan, kesên ku beşdarî vê pêşangehê bûn li ser tiliyên du destan dihatin jimartin. Di çalakiya ji bo bibîranîna Cegerxwîn de, ku doh derbarî pêşangeha pirtûkan li dar ket, kurdan careke din xebata xwe ya amator û bê pilan eşkere kirin.

Endamê komîiteya amadekar Laleş Qaso (weşanxaneya Pelda) gazin li kurdên Swêdê kir û diyar kir, ku ew bêtir ji dûrketina kurdan ji pêşangehê aciz bû, ji ber tirkan di qata li jêrî pêşangehê de di devê rê de cilên tirkî difrotin û "wêneyên Ataturk daliqandibûn û propaganda xwe dikirin." Qaso pêwîstiya hebûna kurdan ji bo acizkirina tirkan dît û ne ji bo kirîna pirtûkan û beşdarbûna di çalakiyên pêşangehê de. Wî got: "Ji ber ku tirk li binî bûn, gerek ên me bihatana û hinkî siyasî fikirîbana." Li ser pirsa çima navên gelek ji weşanxaneyan di rêklamê de têne nivîsandin û ew beşdar nabin, Qaso eşkere kir, ku amadekarên pêşangehê xwestin bi vê yekê dengekî mezin li dû xwe xînin û propagandayê ji xwe re çêkin. Wî bi vê yekê diyar kir, ku kurd dengekî mezin bi çalakiyên xwe dixînin, lê di bingehê de ew piçûk in û bala kesekî nakşînin. Lê Qaso li xwe mukir hat û got: "malê me ev e." Wî berdewam kir û got, ku divê kurd siyasî bifikirin. "Em di amadekirina pêşangehan de xisarê dikin. Em xwe pir diwestînin û wek her sal, îsal jî me xisar kir. Lê divê mirov siyasî bifikire. Heta kurd nebin kurdperwer û miletperwer, wê halê me ev be. Gava ku kurd bûn kurdperwer, wê bêvila wan bişewite û beşdar bibin, ger ew zanibin ku tirk li vir hene." Wî eşkere kir, ku di sala 2004ê de wê xwediyên weşanxaneyan li gel zarok û jinên xwe amade bibin, da ku "qerebalix çêbibe".

Xwediyê weşanxaneya APEC Elî Çifçî ragihand MALPERA AMÛDÊ, ku rewşa pêşangehên pirtûkên kurdî her sal wek hev e. Wî guman kir ku ji ber pêşangeh di meha 12an de pêk tê û xelk bi sersalên filehan mijûl in, kurd jî dûrî pêşangehê dikevin. Wî got ku amadekar dê li ser dema pêkanîna pêşangehê rawestin û wê biguherînin, da ku hejmareke pirtir ji kurdan bikaribin beşdar bibin. Wî eşkere kir, ku hayê hemî weşanxaneyan ji pêşangehê hebû, lê her yek berpirsyarê xwe ye, ger beşdar bibe yan na.

Di roja pêşî ya pêşangehê de, nivîskar Haşim Ekremzadeh li ser wêje û bi taybetî prosaya kurdî rawestiya. Îro jî civînek ji bo bibîranîna sedsaliya Cegerxwîn pêk hat. Navê civînê û sedema wê mezin bûn, lê naverok û amadekariya ku jê re hatibû kirin, pir qels bû. Haluk Özturk ji weşanxaneya ROJA NÛ çend gotin li ser jiyan û xebata Cegerxwîn gotin. Piştre filmekî xwedî kalîteyeke xirab hate pêşkêş kirin. Ji ber ku film dirêj bû û amadekaran ew ji bo pêşkêşkirinê amade nekiribûn, Özturk her car beşek ji filmî pêşkêş dikir û ew piştre bi pêş ve dibir. Ev yek bû sedema ku nîvê kesên kêm ku beşdar bûbûn, rabin û ji salonê derkevin biçin malên xwe. Ji malbata Cegerxwîn Keyo, Azad û keça Keyo Mîdya beşdar bûbûn.

Îro hate ragihandin, ku kurdên Swêdê dê di şebata 2004ê (sala 101ê ji jidayikbûna Cegerxwîn) de sedsaliya Cegerxwîn careke din bi bîr bînin, lê vê carê bi şêweyekî mezintir û herweha bi beşdarbûna hejmareke mezin ji hunermendên kurd.

Amadekarên pêşangehê ti rêklam ji bo wê û herdu çalakiyên din pêk neanîbûn. Ev yek bû sedema ku di herdu rojên pêşangehê de dora 60 kesan amade bûbûn. Ji 16 weşanxaneyên ku xwe ji bo pêkanîna pêşangehê qeyd kiribûn û navên wan di rêklaman de hatibûn nivîsandin, tenê 7 beşdarî kiribûn. Weşanxaneyên ku tenê bi nav beşdar bûbûn û bi vê yekê xelk xapandin, ev in: Berbang, Bîrnebûn, Deng, Jîna Nû, Kawa, Medya Distribution, Vate, Nefel û Rewşen.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]