09.01.2003 - 01:14
Hejmara 12an a Pênûsê derket
KÖLN (amude.com) -
Li Elamniyayê û ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
- YEKÎTÎ (Rêxistina Ewropa) kovara PÊNÛS bi hejmara xwe ya 12an derket. Ji bilî
berhemên kurdî, heft berhemên bi zimanê erebî cihê xwe
di kovarê de girtine.
Naveroka vê hejmarê:
Dr. Kamiran Bêkes: Kurd, Sûriye û mafên mirovî;
Dr. Ebdilmecîd Şêxo: Tevgera me nexweş e;
Heyderê Omer: Osman Sebrî;
Perwîz Cîhanî: Rexnevan ji bo gel û welatê xwe dilsojtirîn kes e;
Mihemedê Mela Ehmed; Qamişlo;
Lokman Polat: Pirsgirêkên nivîskarên kurd;
Dr. M. Zeyno: Kurdên Sûriyê di “Dîroka Kurdistanê” de;
Hesen Îrandost: Nexweşiya zimanzaniya kurdî û herêmayî;
Dîlawer Zengî: Hawara zimanê kurdî;
Reşîtê Battê: Li ser nivîsara Dr.M. Zeyno;
Bavê Berzan: Rewşa ramyarî ya Rojhilata Navîn;
Şêx Birîmce: Nivîskarê bêhempa;
Keça Kurd: Qelemêt rengîn;
Mehmûdê Ako: Şaristaniya mirinê;
Xemcivîn: Hey li leheng;
Du helbestên Şiyarê Cûmî
>> www.efrin.net/penus
|
|