 |
 |
24.11.2003 - 14:38
Li Meksîko kongreya PENê bi beşdarbûna kurdan dest pê kir
MEKSÎKO (dpa/amude.com) - Bi bangiwaziyekê ji bo parastina
peyva azad, doh êvarî li Meksîko kongreya PEN a navnetewî
dest pê kir. Ev kongreya 69emîn a yekîtiya nivîskaran,
ku di 1921ê de hate damezirandin, ta înê li jêr dirûşma
"Pirbûna kulturî û azadiya nerînê" didomîne.
Hêvî Berwarî û Bêrîvan Dosky ji aliyê
Navenda PENa Kurd ve beşdarî vê kongreyê bûne.
Di vê kongreyê de, dê serokekî nû yê PENê
bête hilbijartin. Tenê nivîskarê çîk Jiri Grusa (64)
dixwaze bikeve şûna serokê niha Homero Aridjis ê
meksîkî.
"Di dema ku bêtir li azadiya nerînê gef dihate xwarin,
ew ji aliyê PENê ve dihate parastin", xelatgira Nobel Nadine Gordimer
di axaftina destpêkê de eşkere kir. Wî berdewam kir û got,
ku di dehsalên dawî de gelek nivîskar ji bo mafê xwe
yê axaftina azad xwe dan ber ziyanê û ji bo wê
gelek êş kişandin.
Navenda PENa Kurd jî bi du endamên xwe beşdarî vê kongreyê
bûne. Herweha wê du pêşniyazên xwe ji kongireyê re amade kirine
û dixwazin ku ji alî kongreyê ve bêne pejirandin.
PENa Kurd doza serbestberdana endamê xwe Merwan Osman (Royarê Amedî)
ji zindanên rêjîma Sûryayê dikin û ev doz bi fermî ji aliyê
'Komîta Nivîskarên di Zindanan' de ya PENa Navneteweyî hatiye destek kirin.
Pêşniyaza duyem jî doza serbestkirina ziman, wêje û perwerdeya
kurdî li dewletên ku kurd di navbera wan de hatine beş kirin (Tirkiya, Îran û Sûrya), e.
PENa Kurd ev pêşniyaz bi navê 'Komîta Mafê Ziman û Wergerê' ya PENa Navneteweyî
ji kongreyê re amade kiriye.
Nivîskarên zimanên indyanî ji Meksîk, Guatemala,
Kanada, Çîle û welatên din jî beşdarî vê kongreyê
bûne, da ku xebata xwe ya ji bo parastina zimanên xwe ragihînin kongreyê.
|
 |
 |